KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 25 rûp. 28
  • Odên Civatê—Çira û Ça Ava Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Odên Civatê—Çira û Ça Ava Dikin?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Ciyê Qulixkirina Me
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 25 rûp. 28

DERSA 25

Çira û Ça Em Oda Civata Ava Dikin?

Avakarên Oda Civatê Bolîvyayêda

Bolîvya

Oda Civatê Nîjeryayêda paşî avakirinê
Oda Civatê Nîjeryayêda paşî avakirinê

Nîjerya, pêşiyê û paşê

Avakirina Oda Civatê Tahîtiyêda

Tahîtî

Çaxê em Oda Civatêda top dibin, wêderê em hînkirinên Kitêba Pîroz şêwir dikin, yên ku dîna me didine ser Padşatiya Xwedê. Û wedê xizmetiya xwe jî Îsa gelek dîna xwe dida Padşatiyê (Lûqa 8:1).

Em top dibin ciyê xizmetkirina Yehowara, her kes mihala xweda. Odên Civata ev hene avayî, ji kîderê Şedên Yehowa saz dikin şixulê belakirina mizgîniyê, mihalên xweda (Metta 24:14). Çap û cûrên avayên Odên Civata dikare cûre-cûre be, ev avayî xemilandî û yê berbiçev nînin. Çimkî em zû-zû ji ber hev zêde dibin, lema jî van salên paşinda, me weke bi deha hezara Odên Civata ava kiriye (dêmek rojê weke pênc têne avakirinê). Lê gelo ev yek çawa pêk tê? (Metta 19:26)

Em ava dikin bi wê qurbandayînê, ku seva avakirina Oda Civatê hatiye qurbankirinê. Perên qurbankirî dişînin fîlîalê, paşê van pera didine wan civata, kîderê ku hewce ye, wekî Oda Civatê bê avakirinê yan tezekirinê.

Merivên ji cûre-cûre mileta, bê pere û bi rezedilî dixebitin, û Odên Civata ava dikin. Gelek welatada Komên Avakirina Odên Civatê hatine sazkirinê. Wan komada xûşk-bira bi rezedilî dixebitin. Ewana ji civatekê derbazî civata din dibin, yên ku welatê wanda ne, carna diçine ciyên dûr jî, wekî bona avakirina Oda Civata alî wan bikin. Welatên dinda jî Mesîhiyên cêribandî hatine kifşkirinê, wekî pey avakirin û tezekirina wan Odên Civata binihêrin, yên ku tesmîlî wan kirine. Xêncî wê yekê, hene birên usa, ku şixulê avakirinêda pêşekar in, û ewana jî bi rezedilî komekê didin. Ser her ciyê avakirinê, nîvê zef kî ku şixul dikin, ev xûşk-birên wê civatê ne, seva kê jî ev Oda Civatê tê avakirinê. Bi saya ruhê Yehowa û bi saya xizmetkarên wî, ku bi dil û can xwe didine vî şixulî, ev hemû tişt bi rastî jî pêşda diçe (Zebûr 127:1; Kolosî 3:23).

  • Nêta avakirina Odên Civata çi ye?

  • Bi saya çi şixulê avakirina Odên Civatê temamiya dinyayêda pêşda diçe?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin