KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ypq pirsa 5 rûp. 15-17
  • Çi Bikim, Hergê Mektebêda Qerfê Xwe Min Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Bikim, Hergê Mektebêda Qerfê Xwe Min Dikin?
  • 10 Pirsên Cahila û Cabên li ser Wan
  • Têmên Mîna Wê
  • Îtbariya Xwe Yehowa Bîne Gava Qerfên Xwe Te Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
10 Pirsên Cahila û Cabên li ser Wan
ypq pirsa 5 rûp. 15-17
Gedekî qerfê xwe gedekî din dike, ber çevê hemû hevala

PIRSA 5

Çi Bikim, Hergê Mektebêda Qerfê Xwe Min Dikin?

ÇIRA EW YEK FERZ E

Ew yek ça tu xwe bidî kifşê, dikare dereca te baş ke yan diha xirab ke.

TUYÊ ÇI BIKÎ?

Vê derecê bide ber çevê xwe: Tomas naxwaze here mektebê. Ne îro, ne jî axiriyê. Ewî sê meh pêşda destpêkir usa bifikire, çaxê hevalên wî çilovîsk û boxdana avîtine wî. Paşê jî destpêkirin giliyên nebaş bêjine wî. Hine zar qestra destê xwe kitêbên wî dixistin, ku ji destê wî bikeve û xwe usa didane kifşê, tê bêjî nedxwestin usa bikin. Yan jî kesekî usa Tomas def dida, wekî gava ew dizivirî nikaribû fem kira, ew kê bû. Lê duhu, bi cûrekî mayîn destpêkirin ser wî hicûm kin. Ewî neme stand û nemêda wî didane tirsandinê . . .

Hergê tu dewsa Tomas bûyayî, teyê xwe ça bida kifşê?

BISEKINE Û BIFIKIRE!

Nefikire, wekî tu tiştekî nikarî bikî! Tu dikarî hela hê bê şer-dewa jî himberî wan derêyî. Gelo ça?

  • ŞER NEKE. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Axmax hemû hêrsa xwe dide der, lê yê serwaxt xweda zeft dike” (Metelok 29:11). Hergê tu hêrsa xwe bikaribî zeft kî, wî çaxî ewê ku te dixeyîdîne dikare te bihewe, çimkî wîra wê îda hewas nîbe.

  • KÎNÊ NEJO. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin” (Romayî 12:17). Hergê tu kînê bajoyî, ew yek wê dereca te diha çetin ke.

  • JI DERECÊN XIRAB XWE DÛR BIGIRE. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike” (Metelok 22:3). Çiqas dikarî, xwe ji merivên xof û derecên xof dûr bigire.

  • CABA USA BIDE YA KU EW HÎVIYÊ NÎNE. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Caba nerm hêrsê datîne” (Metelok 15:1). Tu dikarî heneka bikî. Mesele hergê qerfê xwe te dikin û dibêjine te, wekî tu gelek yekî xurt î, dikarî bikenî û bêjî: “Merivên baş gerekê zef bin!”

  • DIHA BAŞ E HERÎ. Nora, ya ku 19 salî e, dibêje: “Hergê tu dikarî hêrsa xwe kontrol kî, dêmek ew yek dide kifşê, wekî tu merivekî gihîştî yî û ji wî merivî, kê ser te dikene, diha qewattir î. Tê kifşê, wekî tu merivekî usa yî, ku dikarî xwe kontrol kî, ewê yekê nikarin bêjin derheqa wî, kê te dixeyîdîne” (2 Tîmotêyo 2:24).

  • QEWATA XWEDA DUDILÎ NEBE. Ew meriv, yê ku te dixeyîdîne, dikare texmîn ke, wekî tu xwe nimiz hesab dikî û nikarî dewsa xwe caba xwe bidî. Lê hergê tu îzinê nedî wî merivî, ku te bide xeyîdandinê û bikaribî caba xwe bidî, ew meriv wê te bihewe.

  • KESEKÎRA DERHEQA WÊ YEKÊ GILÎ KE. Şagirtek dibêje: “Ez şîretê didime wan, kîjana dixeyîdînin, wekî ewana derheqa wê yekê kesekîra gilî kin. Ew yek wê rast be, çimkî usa ewana dikarin yên din xweyî kin ji qerfkirinê”.

Gedê cahil bi mêrxasiyê himberî wî dertê, kê qerfê xwe wî dike

Hergê tu xweda bawer î, ew yek wê qewata usa bide te, ya ku tune bal wî, kê te dide xeyîdandinê

Gelo Tu Zanî?

Hicûmkirin dikare ne ku tenê fîzîkî be, lê usa jî:

  • Xeber mîna agir e, yên ku dertê ji devê wî merivî, ku qerfê xwe te dike

    Hicûmkirina bi giliya. “Ezê tu car bîr nekim, wana bi çi cûre sernava ez nav dikirim û çi derheqa min digotin. Ji bo wan ez xwe tu tişt hesab nedikirim. Ez difikirîm, wekî ez tu kesîra nelazim im û kêrî tu tiştî nayêm. Wê hê baş bûya, wana ez bi kulma bikutam”. Sêlîna, ya ku 20 salî ye.

  • Gedê cahil tenê rûniştiye, çimkî pişta xwe dane wî

    Pişta xwe didine min. “Hevalên mine mektebê xwe dûr digirin ji min. Ewana xwe usa didine kifşê, tê bêjî kîderê ewana rûniştî ne û nan dixwin cî tune, wekî ez jî rûnêm. Salekê ez digiriyam û tenê rûdiniştim nan dixwar”. Hêlî, ya ku 18 salî ye.

  • Keçika cahil xwe ji komputerê dûr dixe, çimkî gelek boxdan û qerfkirin dît, ku jêra nivîsî bûn

    Bi saya hacetên êlêkronîk. “Bi saya hacetên êlêktronîk, dikarin navê meriva, carna hela hê emirê meriva jî xirab kin. Diqewime çetin e bawer kin, lê bi rastî ew yek usa ye!” Danîêl, yê ku 14 salî ye.

XWE BICÊRIBÎNE:

RAST E YAN NERAST E

CAB

1 Îda bi hezara sala meriv rastî qerfkirinê tên.

1 Rast e. Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa komeke meriva, yên ku hatibûn navkirinê Nefîl, çi ku tê hesabê ewên ku meriva davêjin, dêmek bêhurmet dikin û dikutin (Destpêbûn 6:4).

2 Qerfkirin ziyanê nayîne. Gerekê ewê yekê hilnedine dilê xwe.

2 Nerast e. Carna qerfkirin dibe meniya wê yekê, ku merivên cahil xwe dikujin.

3 Ya lape baş ça qerfkirinê dikarî bidî sekinandinê ew e, ku caba wan bidî.

3 Nerast e. Gelek car ew meriv, kê dikeve kirê te, ji te qewattir e, lema jî wê diha baş be xwe nekî kirê wî.

4 Hergê tu divînî ku qerfê xwe kesekî dikin, wê baş be berra derbaz bî.

4 Nerast e. Wê nerast be bi îsafa temiz xwe bidî alîkî. Hergê tu divînî, wekî ser kesekî dikenin û tu xwe ker dikî, usa tu derecê diha xirab dikî, ne ku baş dikî.

5 Ew meriv, yê ku xweda bawer nîne, diha zêde xwe qure û bilind dike.

5 Rast e. Ew meriv yê ku qerfê xwe te dike, yekî xwerazî ye, lê nav wanda hene yên usa, ku xwe tu tişt hesab nakin, lema jî ewana yên din bêhurmet dikin, wekî bi saya wan xweda bawer bin.

6 Ew kê qerfê xwe meriva dike, dikare bê guhastinê.

6 Rast e. Hergê alî merivên wî cûreyî bikin, ewana dikarin bêne guhastinê, çawa fikirên xweda usa jî kirên xweda.

GAVÊN TE

  • Hergê yek nêzîkî min be, seva ku bikeve kirê min, ezê çi bikim?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE!

Bê Şer-Dewa Dikarî Wî Merivî Alt Kî

Binihêre rolîka anîmasiyon “Bê Şer-Dewa Miqabilî Hevalên Xirab Bisekine”, ser malpera www.jw.org. (Bikeve HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > CAHIL)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin