KILAMA 55
Ji Wana Netirse!
1. Pêşda here cimeta min,
Mizgîniyê tu bela ke.
Ji dijmina netirse,
Tu timê rastyê bêje.
Mesîh wê niha hukum ke,
Û dijminên xwe alt ke.
Ew Mîrê-cina girêde,
Wera azayê bîne.
(LÊWEGERANDIN)
Tu car netirsin dijmina,
Çetinaya teyax bikin.
Ça ronaya çevê xwe ez
Yên amin xilaz bikim.
2. Dijmin ordîke mezin e,
Şer dike, ditirsîne.
Dixwaze bixapîne,
Te li ser rê derxîne.
Lê tu ji wana netirse,
Cimeta mine amin.
Şer bike heta xilaziyê,
Ezê timê te xwey kim.
(LÊWEGERANDIN)
Tu car netirsin dijmina,
Çetinaya teyax bikin.
Ça ronaya çevê xwe ez
Yên amin xilaz bikim.
3. Xem neke, ez te nahêlim,
Ez mertal im bona te.
Gava emir unda kî,
Ezê sax kim dîsa te.
Tu bedenkuja netirse,
Nikarin nefs bikujin.
Yên ku amin bimînin, wê
Dîsa emir bistînin.
(LÊWEGERANDIN)
Tu car netirsin dijmina,
Çetinaya teyax bikin.
Ça ronaya çevê xwe ez
Yên amin xilaz bikim.
(Usa jî binihêre Qan. Dcr. 32:10; Nehem. 4:14; Zeb. 59:1; 83:2, 3).