Şîret
Qebûlkirina şîreta
Çira em gerekê şîreta ser hîmê Kitêba Pîroz bigerin?
Zb. 32:8; Mtl. 15:22; 19:20; 20:18
Usa jî binihêrin Mtl. 11:14; Îş. 28:29; Yêr. 32:19
Çira diha baş e guh bidine şîreta, dewsa ku xwe rast derxin?
Mtl. 12:15; 29:1
Usa jî binihêrin Mtl. 1:23-31; 15:31
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Sm. 15:3, 9-23—Çaxê Samûyêl şîret da Şawûl, ewî destpêkir xwe rast derxe û şîreta wî înkar kir, lema jî Yehowa Şawûl înkar kir
2 Dr. 25:14-16, 27—Amatsya Padşa gune kir û şîreta pêxemberê Yehowa înkar kir, lema jî ewî qebûlkirin û piştgiriya Yehowa unda kir
Çira em gerekê qedirê serwêra bigirin, yên ku şîreta didine me?
1 Ts. 5:12; 1 Tîm. 5:17; Îbr. 13:7, 17
Mesela Kitêba Pîroz:
3 Yn. 9, 10—Yûhennayê şandî, yê ku emirda mezin bû, Diyotrefîs sûcdar dike bona vê yekê, ku ewî civatêda qedir hindava birên kifşkirîda nedida kifşê
Çira gerekê guh bidine kesên emirda mezin?
Qn.Kh. 19:32; Mtl. 16:31
Usa jî binihêrin Îb. 12:12; 32:7; Tît. 2:3-5
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Sm. 23:16-18—Dawid Padşa guh da şîreta Yonatan, yê ku weke 30 sala lê mestir bû, û bi saya vê yekê Dawid şidiya
1 Pd. 12:1-17—Rehobowam Padşa şîreta baş ji mêrên emirda mezin înkar kir û guh da şîreteke nebaş ji kesên cahil, çi ku axiriya xirab anî
Çi dide kifşê ku kulfetên amin û xizmetkarên Yehowaye cahil dikarin şîretên baş bidin?
Îb. 32:6, 9, 10; Mtl. 31:1, 10, 26; Wz. 4:13
Usa jî binihêrin Zb. 119:100
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Sm. 25:14-35—Abîgaylê şîreteke baş da Dawid Padşa, ji bo çi jî emirê gelek meriva hate xilazkirinê û Dawid nebû sebebê xûnrêtinê
2 Sm. 20:15-22—Şeherê Habîlda, kulfeteke bîlan bi saya şîreta xwe temamiya şeher xilaz kir
2 Pd. 5:1-14—Keçikeke biçûk, ya ku Îsraêlî bû, şîret da sereskerekî navdar, ku ça ew dikare ji kotîbûnê bê qenckirinê
Çira em gerekê guh nedine şîretên wan meriva, yên ku qedirê Yehowa û Xebera wî nagirin?
Zb. 1:1; Mtl. 4:14
Usa jî binihêrin Lq. 6:39
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Dr. 10:13, 14—Şawûl Padşa xwest bi sêrbaziyê şîretê bistîne, ne ku ji Yehowa, û lema jî ew mir, çimkî gura Yehowa nekir
2 Dr. 22:2-5, 9—Ahazya Padşa mir, çimkî ewî guh da şîreteke nebaş
Îb. 21:7, 14-16—Îbo înkar kir mîna wan meriva bifikire, yên ku qedirê Yehowa nedigirtin
Şîretdayîn
Çira diha baş e pêşiya ku şîretê bidin, guh bidine her du aliya û hemû îzbatiya?
Mtl. 18:13, 17
Usa jî binihêrin Mtl. 25:8
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Sm. 1:9-16—Kahînê Mezin, Elî, pêşiya ku dereca Hannayê pêbihesiya, şîreteke sert da wê, çimkî fikirî ku ew vexwarî bû
Mt. 16:21-23—Ji ber ku Petrûsê şandî haş her tiştî tune bû, ewî gote Îsa tiştekî usa bike, çi ku li gora xwestina Mîrê-cina bû, ne ku li gora xwestina Yehowa
Çira pêşiya ku şîretekê bidin, gerekê ji Yehowa rêberiyê bixwazin?
Zb. 32:8; 73:23, 24; Mtl. 3:5, 6
Meselên Kitêba Pîroz:
Drk. 3:13-18—Mûsa pêxember ji Yehowa alîkarî xwest, ku bikaribe problêmên Îsraêliya safî ke
1 Pd. 3:5-12—Padşê cahil, Silêman, dewsa ku îtbariya xwe xwe bîne, ewî ji Yehowa bîlanî xwest, ji bo çi jî Yehowa wî kerem kir
Çira em gerekê îzbat bin, wekî şîreta me timê ser hîmê Kitêba Pîroz e?
Zb. 119:24, 105; Mtl. 19:21; 2 Tîm. 3:16, 17
Usa jî binihêrin Qn.Dc. 17:18-20
Meselên Kitêba Pîroz:
Mt. 4:1-11—Çaxê Mîrê-cina Îsa dicêriband, Îsa caba xwe ser hîmê Xebera Xwedê dida, ne ku ser hîmê bîlaniya xwe
Yn. 12:49, 50—Em gerekê çev bidine Îsa, yê ku timê ev yek meriva hîn dikir, çi ku Yehowa jêra gotibû
Çira em gerekê bi milûktî şîretê bidin û mecala bigerin, ku payê meriv bidin?
Usa jî binihêrin Îş. 9:6; 42:1-3; Mt. 11:28, 29
Meselên Kitêba Pîroz:
2 Dr. 19:2, 3—Yehowa bi saya pêxemberekî şîret da Yehoşefat, lê paşê jî bona kirên wîye baş payê wî da
Ent. 2:1-4, 8, 9, 12-14, 18-20—Îsa, pêşiya ku şîret bide çend civata, payê wan da
Gava xûşk yan birak ser kesekî neqayîl e, çimkî buxdan avîtinê yan jî lê xapandine, çira diha baş e, wekî em wî hêlan kin, ku ew berî pêşin tevî wî kesî xeber de?
Usa jî binihêrin Qn.Kh. 19:17
Em ça dikarin xûşk yan birakî, dilê kîjanî ku êşandine, hêlan kin wekî ew rem be, bi sebir be û hazir be bibaxşîne meriva?
Mt. 18:21, 22; Mk. 11:25; Lq. 6:36; Ef. 4:32; Kl. 3:13
Usa jî binihêrin Mt. 6:14; 1 Kr. 6:1-8; 1 Pt. 3:8, 9
Mesela Kitêba Pîroz:
Mt. 18:23-35—Îsa meseleke gelek baş anî, wekî bide kifşê, ku çira usa ferz e bibaxşînine meriva
Çaxê em şîretê didine kesekî, çira em gerekê îzbat bin wekî ev ser hîmê prînsîpên Yehowa ye?
Zb. 141:5; Mtl. 17:10; 2 Kr. 7:8-11
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Sm. 15:23-29—Samûyêl pêxember netirsiya û bi mêrxasî şîret da Şawûl Padşa
1 Pd. 22:19-28—Rast e hindava Mîkaya pêxemberda bêrem bûn, lê yeke ew netirsiya û elametiya dîwankirinê neguhast, ya ku ewî gerekê bigota Ahab Padşa
Em ça dikarin usa şîretê bidine kesekî, wekî ruhanîda ziyanê nedine wî?
Meselên Kitêba Pîroz:
Lq. 22:31-34—Rast e Petrûsê şandî şaşî berdida, yeke Îsa bawer bû, wekî ewê xwe rast ke, berdewam ke Yehowara xizmet ke û alî merivên din bike
Fm. 21—Pawlosê şandî bawer bû, wekî Filîmon wê guh bide şîreta wî, kîjan ku li gora nêta Xwedê bû
Em ça dikarin bi nermî şîretê bidine wan meriva, yên ku dilteng in?
Em ça dikarin bidine kifşê, ku nêta me ev e, wekî alî wî merivî bikin, yê ku gune kiriye?
Em ça dikarin qedir bidine kifşê hindava wan meriva, kîjanara em şîretê didin, firqî tune ewana çend salî ne?
Çaxê kesek derbêra şîreta ji Kitêba Pîroz înkar dike, çira rûspî gerekê raste-rast wî şîret kin?
1 Kr. 5:9, 11, 13; 1 Tîm. 5:20; Tît. 3:10
Usa jî binihêrin “Kesên ku Îda Şedên Yehowa Nînin”