Teyaxkirin
Gelo xizmetkarên Xwedêra teyax lazim e?
Em ji ku zanin wekî hine meriv wê guh nedine me, yan jî pey me kevin, gava em şedetiyê bidine wan?
Mt. 10:22; Yn. 15:18, 19; 2 Kr. 6:4, 5
Meselên Kitêba Pîroz:
2 Pt. 2:5; Dsp. 7:23; Mt. 24:37-39—Çaxê Nuh “rastî dannasîn dikir”, meriva guh nedida wî, lema jî tenê ew û malbeta wî ji Tofanê xilaz bûn
2 Tîm. 3:10-14—Pawlosê şandî Tîmotêyora got, ku ewî çiqas wext telî-tengiyada teyax dikir, û wî hêlan dikir ku ew jî teyax ke
Çira em ecêbmayî namînin gava ji aliyê neferên malê rastî peyketina tên?
Mt. 10:22, 36-38; Lq. 21:16-19
Meselên Kitêba Pîroz:
Dsp. 4:3-11; 1 Yn. 3:11, 12—Qayîn yekî gelek zulm bû, lema jî ewî birê xwe Habîl kuşt, yê ku merivekî amin bû
Dsp. 37:5-8, 18-28—Çaxê Ûsiv gote birên xwe, wekî Yehowa xewneke mexsûs nîşanî wî kiriye, wana lê avîte bîrê û paşê firotine dîltiyê
Çaxê em rastî peyketina tên, çira em gerekê ji mirinê netirsin?
Usa jî binihêrin Ent. 2:10
Meselên Kitêba Pîroz:
Dn. 3:1-6, 13-18—Hela hê hingê jî gava padşa gote Şedrak, Meşak û Abednego, ku wê wana bikuje, yeke ewana qayîl nebûn serê xwe ber heykel daynin
Kr.Şn. 5:27-29, 33, 40-42—Şandiya hela hê hingê jî berdewam dikirin Mizgîniyê bela kin, gava hine meriva dixwestin bona vê yekê wana bikujin
Çi dikare alî me bike Yehowara amin bimînin hela hê hingê jî, gava me rast dikin û şîret dikin?
Mtl. 3:11, 12; Îbr. 12:5-7
Meselên Kitêba Pîroz:
Jm. 20:9-12; Qn.Dc. 3:23-28; 31:7, 8—Çaxê Yehowa Mûsa pêxember şîret kir, ew gelek dilteng bû, lê yeke ewî berdewam kir Yehowara xizmet ke
2 Pd. 20:12-18; 2 Dr. 32:24-26—Çaxê Hizqiya Padşa gune kir, pêxemberê Yehowa lê şîret kir, û ewî bi milûktî ev yek qebûl kir û berdewam kir Yehowara xizmet ke
Çira hêsa nîne aminiyê xwey kin, gava kesên din pişta xwe didine rastiyê?
Yêr. 1:16-19; Heb. 1:2-4
Meselên Kitêba Pîroz:
Zb. 73:2-24—Çaxê zebûrbêj dît, wekî merivên xirab ça bi jîyîneke rihet dijîn, ew fikirî gelo hêja ye, ku berdewam ke Yehowara xizmet ke
Yn. 6:60-62, 66-68—Çaxê geleka pişta xwe dane Îsa, bi saya baweriya xwe, Petrûsê şandî berdewam kir pey Îsa here
Çi wê alî me bike teyax kin?
Qewî xwe li Yehowa bigirin
Qn.Dc. 30:19, 20; Rm. 15:5, 6; 1 Kr. 10:13
Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin
Wz. 7:12; Rm. 15:4; Kl. 1:10, 11; 2 Pt. 3:15-18
Yehowara dua kin û dilê xwe jêra vekin
Meselên Kitêba Pîroz:
Dn. 6:4-11—Daniyêl berdewam dikir Yehowara dua ke hela hê hingê jî, gava emirê wî dikete bin xofê
Mt. 26:36-46; Îbr. 5:7—Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa bi dil û can dua kir û kesên din jî hêlan kir dua bikin
Tevî xûşk-bira Xwedê bihebînin
Derheqa van tişta bifikirin, çi ku Yehowa mera soz daye
Hezkirina xwe hindava Yehowa û xûşk-bira qewî kin
Baweriya xwe qewî kin
Hergê em bîra xweda xwey kin, ku Yehowa çi texmîn dike gava em gura wî dikin, ev yek wê alî me bike çetinayada teyax kin
Hergê em bi aminî teyax kin, ev yek wê çi karê bide me?
Em pesinê Yehowa Xwedê didin
Mtl. 27:11; Yn. 15:7, 8; 1 Pt. 1:6, 7
Meselên Kitêba Pîroz:
Îb. 1:6-12; 2:3-5—Mîrê-cina got, ku Yehowa meriva kerem dike û diparêze, lema jî ewana Wîra xizmet dikin. Lê Îbo gelek çetinayada teyax kir, bi saya çi jî hate îzbatkirinê, wekî Mîrê-cina derewîn e
Rm. 5:19; 1 Pt. 1:20, 21—Adem Yehowara amin nema, lê Îsa heta mirinê amin ma û caba vê pirsa ferz da: Gelo merivê bêqisûr dikare Yehowara amin bimîne, hergê ew bikeve nava cêribandinên mezin?
Em dil didine ber kesên din, ku ewana bikaribin teyax kin
Sebir alî me dike xizmetiyêda pêşdaçûyî bin
Wz. 11:6; Lq. 8:15; 2 Pt. 1:5-8
Hergê em teyax kin, Yehowa wê ji me razî be û wê me kerem ke
Mt. 24:13; Lq. 21:19; 1 Kr. 15:58; Îbr. 10:36
Usa jî binihêrin Rm. 2:6, 7; Aqb. 1:12