Derd
Ça meselên Kitêba Pîroz didine kifşê, wekî tiştekî normal e, gava şîna kesekî dikin û derdê vê yekê dikişînin?
Dsp. 23:2; 24:67; 37:34, 35; 42:36; Yn. 11:19, 31, 33-36
Usa jî binihêrin 2 Sm. 1:17-27; Kr.Şn. 9:36-39
Çi dide kifşê, wekî Yehowa dixwaze ber dilê wan merivada bê, yên ku derdê giran dikişînin?
Zb. 34:18; Îş. 57:15; 61:1, 2
Ça zanebûna vê yekê, ku çi diqewime gava meriv dimire, dilbîniyê dide me?
Wz. 9:5, 10; 1 Ts. 4:13
Meselên Kitêba Pîroz:
Lq. 20:37, 38—Îsa got, wekî saxkirina miriya usa rêalî ye, wekî bona Yehowa ewana ça bêjî sax in
Yn. 11:5, 6, 11-14—Çaxê hevalê Îsayî delal mir, Îsa mirina wî beramberî xewê kir
Îbr. 2:14, 15—Pawlosê şandî got, ku gelek meriv mirinê ditirsin, lê dilê meda gerekê tirsa usa tune be
Çira Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî roja mirina meriv ji roja bûyîna wî çêtir e?
Mtl. 22:1; Wz. 7:1, 2
Kitêba Pîrozda derheqa mirinê çi tê gotinê û Xwedê wê mirinê ça bike?
Îş. 25:8; 1 Kr. 15:26; Ent. 20:14; 21:3, 4
Çira em gerekê bawer bin, ku saxkirina miriya wê hebe?
Îş. 26:19; Yn. 5:28, 29; Kr.Şn. 24:15
Meselên Kitêba Pîroz:
Kitêba Pîrozda neh derecên saxkirinê hatine dayînê, heyşt derecada derheqa saxkirina ser erdê tê gotinê. Her kesê ku derdê mirina merivê xweye nêzîk dikişîne, dikare ji van dereca berdilî û gumanê bistîne
1 Pd. 17:17-24—Êlyas pêxember kurê jinebîke ji Sereptayê sax kir
2 Pd. 4:32-37—Êlîşa pêxember kurikekî ji Şûnemê sax kir û da dê-bavê wî
2 Pd. 13:20, 21—Mêrek ku teze miribû, hate saxkirinê, gava cinyazê wî hestiyê Êlîşa pêxember ket
Lq. 7:11-15—Şeherê Nayînêda Îsa rastî elaletekê hat, ya ku tevî jinebîkê diçûn, wekî kurê wê çel kin, Îsa wana da sekinandinê û gede sax kir
Lq. 8:41, 42, 49-56—Îsa qîza Yayîro sax kir, yê ku serwêrê kinîştê bû
Yn. 11:38-44—Îsa hevalê xwe Lazar sax kir û dîsa wî gîhande xûşkên wî Merta û Meryemê
Kr.Şn. 9:36-42—Petrûsê şandî Mesîhîke qenc û dilovan bi navê Xezal sax kir
Kr.Şn. 20:7-12—Pawlosê şandî xortekî bi navê Eytûxo sax kir, yê ku ji pencerê ket
Îsa Mesîh hate saxkirinê ça kesê ruh, çi ku îzbat dike, wekî axiriyêda hemû sozên Yehowa wê bêne sêrî
Îsa kesê pêşin bû, ku hate saxkirinê, wekî ça kesê nemirî ser ezmana bijî, lê ew yê paşin nî bû, çimkî 144 000 kesên bi ruh kifşkirî jî saxkirina vî cûreyî distînin
1 Kr. 15:20, 23, 51-53; 1 Ts. 4:16, 17; Ent. 14:1