Guhdarîbûn
Çira gelek ferz e guhdar bin?
Drk. 19:5; Qn.Dc. 10:12, 13; Wz. 12:13; Aqb. 1:22
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Sm. 15:17-23—Samûyêl pêxember Şawûl Padşa sûcdar kir, çimkî ewî gura Yehowa nekir. Paşê Samûyêl dîna wî da ser vê yekê, ku çiqas ferz e guhdar bin
Îbr. 5:7-10—Rast e Îsa timê gura Bavê xwe dikir, lê gava ew ser erdê bû, dîsa jî wîra lazim bû guhdar be, çaxê meriv hindava wîda sert û bêrem bûn
Mesîhî gerekê çi bike, çaxê serwêrên dewletê ji wî dewa dikin, wekî normên Xwedê biteribîne?
Meselên Kitêba Pîroz:
Dn. 3:13-18—Rast e sê xortên Îbranî dikaribûn bihatana kuştinê, yeke ewana Xwedêra amin man û înkar kirin serê xwe ber heykel daynin, kîjan ku Nebûkedneser Padşa danîbû
Mt. 22:15-22—Îsa got, ku peyçûyên wî gerekê gura serwêrên dewletê bikin, hergê ev yek miqabilî normên Yehowa nîne
Kr.Şn. 4:18-31—Rast e serwêrên dewletê qedexe dikirin, wekî şandî mizgîniyê bela kin, dîsa jî wana berdewam dikir bi mêrxasî evî şixulî bikin
Em gerekê çi bikin wekî timê gura Yehowa bikin?
Qn.Dc. 6:1-5; Zb. 112:1; 1 Yn. 5:2, 3
Usa jî binihêrin Zb. 119:11, 112; Rm. 6:17
Meselên Kitêba Pîroz:
Ez. 7:7-10—Kahînê amin, Ezra, dilê xwe hazir kir, wekî gura Qanûna Xwedê bike û vê yekê meriva jî hîn ke
Yn. 14:31—Îsa şirovekir, ku çira ew timê vê yekê dike, çi ku Bav jêra dibêje
Çi gerekê me hêlan ke gura Yehowa û Îsa bikin?
Guhdarîbûn ça baweriyêva girêdayî ye?
Rm. 1:5; 10:16, 17; Aqb. 2:20-23
Usa jî binihêrin Qn.Dc. 9:23
Meselên Kitêba Pîroz:
Dsp. 6:9-22; Îbr. 11:7—Baweriya Nuh vê yekêda eyan bû, ku ewî gemî hema usa ava kir, çawa Yehowa temî dabû wî
Îbr. 11:8, 9, 17—Baweriya Birahîm vê yekêda hate kifşê, ku ewî ne tenê gura Xwedê kir û ji şeherê Ûrê derket, lê usa jî hazir bû kurê xweyî tayê tenê bike qurban
Yehowa çi soz dide wan meriva, yên ku gura wî dikin?
Yêr. 7:23; Mt. 7:21; 1 Yn. 3:22
Meselên Kitêba Pîroz:
Qn.Kh. 26:3-6—Yehowa soz dide, ku wê wan meriva kerem ke û bibe xweyî, yên ku gura wî dikin
Jm. 13:30, 31; 14:22-24—Kaleb merivekî guhdar bû, lema jî Yehowa wî kerem kir
Çi dikare biqewime hergê em neguhdar bin?
Meselên Kitêba Pîroz:
Dsp. 2:16, 17; 3:17-19—Adem û Hêwayê gura Yehowa nekirin, lema jî wana erdê Cinetê, bêqisûrtî û mecala emirê heta-hetayê unda kirin
Qn.Dc. 18:18, 19; Kr.Şn. 3:12, 18, 22, 23—Yehowa pêşda got, ku wê Pêxemberekî ji Mûsa girîngtir bê, û merivên ku gura wî nekin, wê bêne cezakirinê
Chd. 6, 7—Melekên raber û bineliyên Sodom û Gomorayê gura Yehowa nekirin û hêrsa Wî ser xweda anîn
Çira em gerekê gura Îsa Mesîh bikin?
Dsp. 49:10; Mt. 28:18
Mesela Kitêba Pîroz:
Yn. 12:46-48; 14:24—Îsa şirovekir, wekî ewên ku gura wî nakin, wê dîwana wan bê kirinê
Çira Mesîhî gerekê gura rûspiya bikin?
Çira jin gerekê gura mêrê xwe bike?
Çira zar gerekê gura dê-bava bikin?
Meselên Kitêba Pîroz:
Dsp. 37:3, 4, 8, 11-13, 18—Rast e birên Ûsiv ew nefret dikirin, lê dîsa jî ew çû serîkî wan xe, çimkî gura bavê xwe kir
Lq. 2:51—Rast e Îsa yekî bêqisûr bû, ewî gura dê-bavê xweyî qisûrdar, Ûsiv û Meryemê dikir