Peyketin
Çira Mesîhî gerekê ecêbmayî nemînin, gava rastî peyketina tên?
Çira wedê peyketina em gerekê ji Yehowa alîkariyê bixwazin?
Zb. 55:22; 2 Kr. 12:9, 10; 2 Tîm. 4:16-18; Îbr. 13:6
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Pd. 19:1-18—Çaxê pey Êlyas pêxember ketibûn, ewî Yehowara dua kir û derheqa hestên xwe jêra got. Xwedê ber dilê wîda hat û lê şidand
Kr.Şn. 7:9-15—Birên Ûsiv wî nefret dikirin, lê Yehowa timê kêleka wî bû, wî xwey dikir, û wext şûnda alî wî kir malbeta xwe ji birçîbûnê xilaz ke
Kîjan in hine cûrên peyketina?
Bêhurmetkirin
2 Dr. 36:16; Mt. 5:11; Kr.Şn. 19:9; 1 Pt. 4:4
Meselên Kitêba Pîroz:
2 Pd. 18:17-35—Rabşak, yê ku dewsa Padşê Asûrê xeber dida, Yehowa bêhurmet dikir û qerfên xwe cimeta Orşelîmê dikir
Lq. 22:63-65; 23:35-37—Çaxê dîwana Îsa dikirin û gerekê wî bikuştana, meriva qerfên xwe wî dikirin
Miqabilîbûna ji aliyê neferên malê
Çaxê me digirin û dîwana me dikin
Mt. 10:18; Mk. 1:14; Lq. 20:20; 21:12; Kr.Şn. 5:18; 8:3; Ent. 2:10
Ziyana fîzîkî
Hicûmkirina ji elaletê
Kuştin
Mesîhî gerekê wedê peyketina ça xwe bidine kifşê?
Mt. 5:44; Kr.Şn. 16:25; 1 Kr. 4:12, 13; 1 Pt. 2:23
Meselên Kitêba Pîroz:
Kr.Şn. 7:57–8:1—Komeke meriva hicûmî ser Steyfan kirin, nava kîjanada Şawûlê ji Tarsûsê bû. Wana destpêkir kevira bavêjine Steyfan, û pêşiya mirina xwe ewî ji Yehowa lava kir, wekî hindava wanda rem be
Kr.Şn. 16:22-34—Rast e, Pawlosê şandî dane ber şiva, avîtine kelê û nigên wî qeydada şidandin, dîsa jî ewî hindava serwêrê kelê qencî da kifşê, û bi saya vê yekê serwêrê kelê û malbeta wî bûne Mesîhî
Çi hate serê hine Mesîhiyên qirna yekê?
Nihêrandina me ser peyketina gerekê çawa be?
Ça gumana me wedê peyketina alî me dike qewî bin?
Çira em gerekê îzinê nedin, wekî ji bo peyketina şerm kin, bitirsin yan jî dilteng bin û terka xizmetiyê bidin?
Zb. 56:1-4; Kr.Şn. 4:18-20; 2 Tîm. 1:8, 12
Meselên Kitêba Pîroz:
2 Dr. 32:1-22—Çaxê ordiya Sanherîb dixwest hicûmî ser Orşelîmê ke, Hizqiya Padşa alîkarî ji Yehowa xwest û cimet qewî kir, û Yehowa bona aminiyê, Hizqiya kerem kir
Îbr. 12:1-3—Kesên ku pey Îsa diketin, dixwestin wî bidana şermê, lê Îsa netirsiya û dilteng nebû
Kîjan tiştên baş dikarin biqewimin gava pey me dikevin?
Wedê peyketina, aminiya me dilê Yehowa şa dike û navê wî rûmet dike
Meselên Kitêba Pîroz:
Îb. 1:6-22; 2:1-10—Rast e Îbo nizanibû wekî sebebê kul-derdên wî Mîrê-cina bû, lê dîsa jî ew Yehowara amin ma. Bi vî cûreyî Îbo pesinê Yehowa da û îzbat kir wekî Mîrê-cina derewîn e
Dn. 1:6, 7; 3:8-30—Hananya, Mîşaêl û Azarya (Şedrak, Meşak û Abednego) hazir bûn bimirin, ne ku nemamiya Yehowa bikin, û bi saya vê yekê Nebûkedneser Padşa qebûl kir, wekî Yehowa Xwedêyê Herî Jorin e
Bi saya peyketina gelek meriv dikarin derheqa Yehowa pêbihesin
Meselên Kitêba Pîroz:
Kr.Şn. 11:19-21—Mesîhiyên ku ji peyketina direviyan, berdewam dikirin ciyên mayîn mizgîniyê bela kin
Flp. 1:12, 13—Çaxê Pawlosê şandî kelêda bû, ew şa bû wekî mecala wî hebû gelekara şedetiyê bide
Wedê peyketina aminiya me dikare xûşk-bira qewî ke
Heçî zef kê neheq e, gava xizmetkarên Yehowa rastî peyketina tên?
Yêr. 26:11; Mk. 3:6; Yn. 11:47, 48, 53; Kr.Şn. 25:1-3
Meselên Kitêba Pîroz:
Kr.Şn. 19:24-29—Efesêda hine meriva pût çêdikirin, û difikirîn wekî ji bo Mizgîniya ku Mesîhî bela dikirin, ewana dikarin zirarê kevin, lema jî pey wan diketin
Gl. 1:13, 14—Pêşiya ku Pawlos (Şawûl) bibe Mesîhî, ewî usa bi xîret xwe li hînkirinên Cihûtî digirt, ku hindava peyçûyên Îsada bêrem bû û pey wan diket
Kê ye sebebê vê yekê ku pey cimeta Xwedê dikevin?
1 Pt. 5:8; Ent. 12:17