Safîkirina Problêma
Çira gava me didine xeydandinê, em gerekê hêrs nekevin û heyfê hilnedin?
Mtl. 20:22; 24:29; Rm. 12:17, 18; Aqb. 1:19, 20; 1 Pt. 3:8, 9
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Sm. 25:9-13, 23-35—Çaxê Nabal nexwest alî Dawid û merivên tevî wî bike û wana bêhurmet kir, Dawid gelek hêrs ket û xwest Nabal û hemû mêrên mala wîda bikuje, lê şîreta Abîgaylêye bîlan, alî Dawid kir ku heyfê hilnede
Mtl. 24:17-20—Dilê Yehowa xweş nayê çaxê xizmetkarên wî şa dibin, gava divînin ku dijminên wan rastî problêma tên. Em gerekê bidine destê Yehowa, ku ew dîwana wan bike
Hergê orta Mesîhî û kesekîda nefemdarî pêşda tê, gelo ew gerekê xwe ji wî merivî dûr bigire, yan jî xeydê dilê xweda xwey ke?
Qn.Kh. 19:17, 18; 1 Kr. 13:4, 5; Ef. 4:26
Mesela Kitêba Pîroz:
Mt. 5:23, 24—Îsa got, ku em gerekê her tiştî aliyê xweda bikin, wekî tevî xûşk yan birakî, yê ku dilê me êşandiye, edilayê xwey kin