Cudebûna Sosyalî
Gelo Xwedê firqiyê dike orta meriva ji bo milet, rasa yan jî cûrê jîyîna wan?
Kr.Şn. 17:26, 27; Rm. 3:23-27; Gl. 2:6; 3:28
Mesela Kitêba Pîroz:
Yn. 8:31-40—Hine Cihû xwe qure dikirin, wekî Birahîm kal-bavê wan bû, lê Îsa gote wan ku ewana qe çev nadine Birahîm
Gelo hene menî ku miletek, rasek yan jî welatek, ji yeke din çêtir hesab kin?
Meselên Kitêba Pîroz:
Ûn. 4:1-11—Yehowa bi sebir alî Ûnis dikir, wekî ew hindava bineliyên Neynowayêda rem be, yên ku merivên ji miletekî din bûn
Kr.Şn. 10:1-8, 24-29, 34, 35—Petrûsê şandî fem kir, wekî Xwedê hemû meriva qebûl dike, firqî tune ew Cihû ye yan na. Lema jî Petrûs alî Kornêlyo û maliyên wî kir, ku bibine Mesîhiyên pêşin nava necihûyada
Çira Mesîhiyên dewletî gerekê xwe ji kesên din çêtir hesab nekin û hîviyê nîbin, wekî meriv wê hindava wanda qedir-qîmetê bidine kifşê?
Usa jî binihêrin Qn.Dc. 8:12-14; Yêr. 9:23, 24
Gelo rûspî gerekê xwe ji kesên din çêtir hesab kin û gelek tişta ji xûşk-bira dewa kin?
Meselên Kitêba Pîroz:
Qn.Dc. 17:18-20—Yehowa digot ku Padşên Îsraêlê xwe ji kesên din çêtir hesab nekin, çimkî ber çevê Wî hemû Îsraêlî birên padşê bûn
Mk. 10:35-45, 42—Îsa li şagirtên xwe hilat, çimkî wana dixwest ciyên bilind bigirin. (Usa jî binihêrin Kitêba Pîroz bona lêkolînê ser zimanê Înglîzî, Mk. 10:42, “kesên ku nav miletada serwêr têne hesabê”)
Yehowa ser hîmê çi xwera hevala dijbêre?
Drk. 19:5; Rm. 10:12; 1 Yn. 2:17
Gelo Mesîhî gerekê bixwazin qanûnên dewletê biguhêzin, yên ku li gora nihêrandina wan heq nînin?
Mesela Kitêba Pîroz:
Yn. 6:14, 15—Geleka dixwest, wekî Îsa problêmên miletê wan safî ke, lê Îsa înkar kir bibe Padşê Îsraêlê