KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 7/1 rûp. 10
  • We zanibû?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • We zanibû?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 7/1 rûp. 10

WE ZANIBÛ?

Berê destar ça didane xebatê?

Destar didane xebatê seva ku genim bihêrin û bikine ar, seva ku nan çêkin. Xebitandina destêr şixulê her rojî bû, kîjan ku dikarin bêjin hemû malada, jin yan xulama dikir. Berê dengê hêranê meriv her roja jî dibihîst (Derketin 11:5; Yêremya 25:10).

Heykelê Misirê meriv genim dihêre bi destar

Ji heykel û şikilên berê ji Misirê, tê kifşê ku ew şixul ça dihate kirinê. Genim dikirine ser kevirê hinekî xar, kîjan ku gorîzontal hatibû danînê. Ew kevir usa jî navdikirin ça aşê mîna zîn. Kê ku dihêra, dikete ser çoka ber destar, û bi herdu desta kevirê biçûk digirt, û pêşda paşda ser genim dibir danî. Bi wî cûreyî genim dihêra û dikire ar. Li gora kanîkî, ew kevirê destar weke 2-4 kg bû. Hergê ewî kevirî mîna çek bidine xebatê, meriv dikare bê kuştinê (Hakimtî 9:50-54).

Hêrana genim usa zef ferz bû bona halxweşiya malbetê, ku Kitêba Pîroz qedexe dikir ku destar kefîl dêmek dewsa deyn hildin. Qanûna Ducarî 24:6-da tê gotinê: “Bira tu kes ne destar ne jî kevirê wêyî binî kefîl hilnede, çimkî yê ku vê yekê dike ew nefsekê kefîl hildide” (PKM).

Çi tê hesabê ev gilî “hemêzêda”?

Yûhennayê şandî veleziyaye hemêza Îsada wedê Cejina Derbazbûnêye paşin

Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa “hemêza Bavêda ye” (Yûhenna 1:18). Ew gilî kifş dike ku heleqetiya Îsa tevî Xwedê gelek nêzîk û mexsûs bû. Ew gilî tîne bîra me qeydê Cihûya wedê nan­xwarinê.

Wedê Îsa, Cihû vedileziyan ser text, kîjan ku dora sifrê bû. Yên ku nan dixwarin, serê wan aliyê sifrê bû lê nigên wan dûr bûn. Wana milê xweyî çepê didane ser belgî û xwe usa digirtin, lê destê wanî rastê aza bû, bona xwarinê bixwin. Ewên ku nan dixwarin pey hev ser kêleka çepê vedileziyan, û “serê merivê pêşber, ber paşla merivê pişt wî bû”, û lema jî dikarin bêjin ku “ew meriv vedileziya ‘hemêza yê pişt xweda’”.

Velezandina hemêza xweyê malêda yan jî ya wîda kê ku teglîf kiriye, dihate hesabê qedirekî mezin. Ji vê yekê tê kifşê ku çira çaxê Îsa Cejina Derbazbûnê cara paşin derbaz dikir, hemêza wîda veleziya bû yek ji “şagirtêd wî, yê ku Îsa jê hiz ­dikir”. Ew Yûhennayê şandî bû. Lema ewî dikaribû xwe bide ber sîngê Îsa, seva ku pirsê bide wî (Yûhenna 13:23-25; 21:20).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin