TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KÎ NE ŞEDÊN YAHOWA?
Şedên Yahowa merivê çi cûreyî ne?
Em teşkîleta întêrnasyonalî ne, kîjan ku tevî tu rêlîgiya girêdayî nîne. Rast e ofîsa meye sereke di Dewletên Yekbûyîda ne, lê ji me heçî zef welatên mayînda dijîn. Em heyşt mîlyona zêdetir in, û di 230 zêdetir welatada tevî meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Usa em giliyê Îsa diqedînin, kîjan ku got: “Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).
Firqî tune em kîderê dijîn, em qanûna dewletê ça lazim e diqedînin, lê yeke em hemû tiştî dikin seva ku tevnebûyînê hindava polîtîkê xwey kin. Çimkî em gura temiya Îsa dikin kîjan ku da Mesîhiya, wekî nebine “para dinyayê”. Lema jî em nakevine nava problêm û şixulên polîtîkê, û ne jî tev şera dibin (Yûhenna 15:19; 17:16). Wedê Şerê Hemdinyayêye II, Şedên Yahowa dikirine kelê, diçerçirandin, û hela hê dikuştin jî, çimkî wana tevnebûyîn xwey dikir. Keşîşê berê li Almanyayê got, ku wedê serwêrtiya nasîsta, çawa kom, tenê ewana bi rastiyê ji bo baweriya xwe nediçûne eskeriyê.
“[Şedên Yahowa] prînsîpa qewî xwey dikin. Merivê wî cûreyî helal, em dikarin bidine xebatê hela hê di ciyên polîtîka lape bilindda jî. Lê em tu car nikarin wana qazanc kin . . . Rast e ewana qedirê hukumetiya serwêra digirin, lê bawer dikin ku tenê Padşatiya Xwedê dikare problêmên hemû însanetê safî ke” (Rojname “Nova Svoboda”, Komara Çêxyê).
Em usa jî xwe ji meriva başqe nakin. Îsa bona peyçûyên xwe Xwedêra dua kir: “Ez hîvî nakim ku tu wana ji dinyayê hildî” (Yûhenna 17:15). Lema jî hûn dikarin me bivînin ser xebatê, dikanada, mektebada û ciyên mayîn.