TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ
Mirina Merivê Nêzîk, Çawa Teyax kin?
“Negirî, Xwedê baştir zane çi dike”.
Jineke bi navê Bîbî, bavê xwe çel dikir û kesekî guhê wêda ew gilî jêra got.
Ew gilî hevaleke Bîbî jêra got. Bîbiyê gelek bavê xwe hiz dikir û hevala wê pê wan giliya, ne ku wê dilrihet kir, lê hê zêde dilbirîndar kir. Bîbiyê hişê xweda digot, “mirina bavê min, ne tiştekî baş bû”. Pey salara ewê derheqa vê yekê kitêb nivîsî û ji kitêba wê eşkere dihate kifşê, wekî ew dîsa jî şîna bavê xwe dike û dilteng e.
Anegorî Bîbî, çaxê meriv kesekî xwe unda dikin, wanara gelek sal lazim e, seva ku diltengiya wan derbaz be, îlakî hergê ewana hevra nêzîk bûn. Di Kitêba Pîrozda ser mirinê tê gotinê “dijminê xilaziyê” (1 Korintî 15:26). Çaxê kesek dimire, ev jîyîna me dilteng dike û tu tişt nikare ev bide sekinandinê. Em jî nikarin ji vê yekê xwe xilaz kin. Lema jî hergê wedê diltengiya, em nizanin çi bikin, ev tiştekî normal e.
Dibeke hûn difikirin: ‘Çiqas wede lazim e, seva ku diltengiya min derbaz be? Çawa teyax kim? Çawa ez dikarim dilbîniyê bidime wan meriya, yên ku kesekî unda kirine? Gelo ezê dîsa miriyên xwe bivînim?’