TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | BERDILÎ Û ALÎKARÎ WEDÊ ÇETINAYA
Hemûyara Berdilî Lazim e
Biçûktayêda qe usa bûye, ku tu ketî û dest-milê te êşiyan? Tê bîra te ça diya te ber dilê teda dihat? Dibe ku ewê birînên te temiz dikir û girêdida. Tu digiriyayî, lê ewê, te da hemêza xwe û paç kir. Û te îda xwe baş texmîn kir. Biçûktayêda te timê berdilî dîtiye.
Lê çaxê em mezin dibin, jîyîn hê çetin dibe. Problêmên me jî hê mezin dibin, û îda çetin dibe berdiliyê bivînîn. Yazix lê problêmên mezina usa hêsa nayêne safîkirinê çawa ku zarotiyêda. Werên em derheqa hine mesela xeber din.
Dibeke te xebata xwe unda kiriye. Çaxê mêrekî bi navê Hûliyan xebata xwe unda kir, ew gelek berxwediket û difikirî: “Ezê niha çawa malbeta xwe xwey kim? Min haqas sal ev xebat dikir, çima mezinê xebatê safî kir ku ez îda nelazim im?”
Diqewime jin yan mêrê te, ji te qetiyaye û ji bo wê yekê tu gelek dilteng dibî. Kulfeteke bi navê Rakêl gilî dike: “18 meh pêşda mêrê min, nişkêva ez hîştim. Ev yek bona min kedereke giran bû. Dilê min ça bêjî şikest. Û êşeke mezin kete dilê min û bedena min. Ez ditirsiyam, gelo axiriya min wê çawa be”.
Yan dibeke tu giran nexwaş î û halê te baş nabe. Carna ji bo halê xwe dibeke tu mîna Îbo pêxember usa difikirî: “Ez ji jiyana xwe . . . dikerihim [nefret dikim]: Heta hetayiyê jiyanê naxwazim” (Îbo 7:16). Dibeke carna tu jî usa difikirî mîna mêrekî 80 salî bi navê Lûyîs yê ku dibêje: “Carna ez tenê mirinê xwera dixwazim”.
Yan dibe ku te merivê xweye nêzîk unda kiriye û niha hizreta berdiliyê yî. Mêrekî bi navê Robêrt dibêje: “Çaxê kurê min kete qeziyê û mir, min pêşiyê bawer nedikir. Lê paşê, êşeke mezin kete dilê min. Çawa ku Kitêba Pîroz dibêje, ew êş mîna “tîrekê nav minra derbaz bû” (Lûqa 2:35).
Robêrt, Lûyîs, Rakêl û Hûliyan hela hê derecên çetinda jî berdilî dîtin. Ew yê ku berdilî dabû wan, Xwedayê Himzor e. Gelo Xwedê çi cûreyî berdilî dida wan? Û çi cûreyî ewê berdiliyê bide te?