Têtragramatona navê Xwedêyî Pîroz, Yehowa, bi herfên Îbranî, çi ku ji aliyê rastê ser aliyê çepê tê xwendinê
Herfa Îbraniye Biçûk Çida Me Dide Bawerkirinê
Em bi rastî bawer dikin, ku sozên Xwedê wê bêne sêrî? Îsa vê yekêda dudilî nîbû, û bi hînkirinên xwe, ewî guhdarên xwe hêlan dikir bawer bikin. Werên em şêwir kin ew mesele, yê ku Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê guhdarên xwera got, kîjan ku Metta 5:18-da nivîsar e: “Ez rast wera dibêjim, berî derbazbûna erd û ezman, deqek yan jî herfeke biçûk ji Qanûnê wê unda nebe, heta ku hemû bêne sêrî”.
Herfeke biçûk ya alîfbeya Îbranî heye, י (yod). Ev herfa pêşin e Têtragramatonê ya navê Xwedêyî pîroz, Yehowa.a Xêncî wê yekê her xeber û her “herfeke biçûk” ji Qanûna Xwedê, qanûnzan û Fêris hesab dikirin ça tişteke pir muhîm.
Îsa digot ku erd û ezman wê bikaribin derbaz bin, lê her herfeke biçûke ji Qanûnê wê derbaz nebe û eseyî wê bê sêrî. Û ji Nivîsarên Pîroz jî em pêdihesin ku ezman û erd wê tu car unda nebin û wê her-heyî bin (Zebûr 78:69). Lema jî ev yek dide kifşê, ku her herfeke biçûke ji Qanûnê, wê usa nemîne û bê sêrî.
Gelo lê Yehowa Xwedê dîna xwe dide tiştên biçûk? Belê. Hela dîna xwe bidine vê yekê: Berê, cimeta Îsraêlêra hatibû gotinê, ku ewana gerekê hestûyên berxa Cejinê neşkênin (Derketin 12:46). Ev îda tişteke biçûk bû. Lê gelo wana fem dikir, ku çima ewana gerekê tu hestûyên berxê neşkênin? Dibe ku na. Yehowa Xwedê zanibû, ku ev tişteke biçûk, tiştê pêxembertiyê bû. Dêmek eyankirina wê yekê bû, ku tu hestûyên Mesîh wê nehata şkênandinê, çaxê li ser stûna cefayê ew gerekê dardakirina (Zebûr 34:20; Yûhenna 19:31-33, 36).
Ji wan giliyê Îsa em çi hîn dibin? Em jî dikarin bi temamî bawer kin, ku hemû sozên Yehowa Xwedê hûr bi hûr wê eseyî bêne sêrî. Bi rastî jî ji wan herfên biçûke Îbranî, baweriya hindava sozên Yehowa çiqas mezin dibe!
a Herfeke biçûke alîfbeye Yûnaniya, ev heye (iota), çi ku nêzîkî vê herfa Îbranî ye י (yod). Ew ku Qanûna Mûsa li ser zimanê Îbranî hatibû nivîsandinê û li ser zimanê Îbranî ewana derbazî hev dikirin, lema jî diqewime Îsa derheqa vê herfê (yod) digot çaxê gilî dikir derheqa herfeke biçûk.