KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp19 № 3 rûp. 3
  • Rastî Derheqa Mirinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Rastî Derheqa Mirinê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Têmên Mîna Wê
  • Vîdêo ya Teze seva ku Hînkirina Kitêba Pîroz Destpêkin
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Te Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Te Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!; Hînbûna Kitêba Pîroz Destpêkin.
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
wp19 № 3 rûp. 3
Şikilên kulfetê, zarotiya wê, çawa li ser pîano dilîze, bi kulîrka destê xweda, dewata wê, tevî mêrê xwe û kurê xwe, tevî mêrê xwe îda emirda mezin in, pîano dilîze û niha tenê maye

Rastî Derheqa Mirinê

BIDE BER ÇEVÊ XWE wekî tu sînemeke derheqa sazbendeke navdar dinihêrî, kîjan ku gelek te xweş tê. Ev sînem derheqa jîyîna wê sazbendê ye, ku çawa ew ji zarotiyê hîn dibû saz xe û çi cûreyî xwe hazir dikir. Paşê tu divînî, ku çawa ew îda ser sênê derdikeve pê miqamên xwe, çawa diçe cûre-cûre welata û li nav temamiya dinyayê dibe yeke bi nav û deng. Lê xilaziya sînemê nîşan dikin, wekî ew îda emirda mezin e û dimire.

Ev sînem dide kifşê emirê merivaye rêalî. Firqî tune meriv derheqa kê sînema derdixin, dixwazî ev sazbend, zandar, yan kesekî navdar be, serhatiya wan wek hev xilaz dibe. Bidine hesabê xwe, meriv wê çiqas pêşda biçûna hergê kal-pîr nebûna û nemirana. Lê yazix, jîyîna me usa nîne.

Tu kes nikare ji mirinê bireve (Waîz 9:5). Çi jî em bikin, yeke qewata me nagihîjê, kalbûn-pîrbûnê û mirinê bidine sekinandinê. Meniya mirinê tenê kalbûn-pîrbûn nîne, lê meriv dikare usa jî ji bo qeziyê û nexwaşiya giran, dest ji jîyîna xwe berde. Kitêba Pîroz dibêje wekî em “mîna mijê ne, hew dinihêrî heye, hew dinihêrî tune” (Aqûb 4:14).

Ji bo vê yekê ku meriv hêsa dikare jîyîna xwe unda ke, hine meriv bi prînsîpeke usa dijîn “de îdî ‘em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin’” (1 Korintî 15:32). Meriv usa dijîn çimkî hêviya wan tune. Çaxê tu dikevî derecên çetin, diqewime pirseke usa cem te pêşda tê: “Hema ev e axiriya me?” Lê kîderê tu dikarî caba vê pirsê bivînî?

Îro gelek meriv caba vê pirsê zandariyêda digerin. Doxdir û zandar gelek tiştên usa dîtine, ku dikarin jîyîna meriya hevekî dirêj kin. Û hinek ji wana berdewam dikin lêkolîna bikin, wekî jîyînê dirêj kin. Firqî tune ewana vê yekêda pêşda diçin yan na, pirs dîsa jî dimîne: “Çima em kal-pîr dibin û dimirin? Wê bê wede, wekî mirin bê altkirinê?” Gotarên dinda emê derheqa van pirsa şêwir kin û usa jî pêbihesin caba pirseke usa: “Hema ev e axirya me?”

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin