SERHATÎ
Me “Durekî Pir Qîmet” Dît
WÎNSTON û Pamêla Pêyn fîlîala Avstralasyayêda xizmet dikin. Emirê wanî bextewarda çetinayî jî hebûne, mesele ewana hînî cûre-cûre edet û kûltûra dibûn, û usa jî derdekî giran dîtin, çaxê zara wane nebûyî mir. Lê nava wan hemû çetinayada, wana hizkirina xwe hindava Yehowa û cimeta wî unda nekir, û şabûna xweye xizmetiyêda jî unda nekirin. Vê întêrvîûda ewana wê mera hinekî derheqa emirê xwe gilî kin.
Wînston, gilî ke ku te ça Xwedê nas kir.
Malbeta me bawermend nîbû. Em Kwînslêndêda (Avstralya), diman. Mala me fêrmêda bû, kîderê me genim diçand. Ew cîkî ji şeher der bû, û lema heleqetiya min tevî merivên mayîn hindik bû. Çaxê ez weke 12 salî bûm, min gelek dixwest Xwedê nas kim. Min jêra dua dikir, û hîvî dikir wekî ez derheqa wî rastiyê pêbihesim. Wede şûnda, ez ji fêrmê çûm û min Adêlaîdayêda, (Avstralya Başûr) xwera xebat dît. Çaxê ez 21 salî bûm, ez çûme Sîdnêyê seva hêsa bim, û wêderê ez rastî Pamêlayê hatim. Ewê minra gilî kir derheqa komeke rêlîgîye Brîtana-Îsraêltî, kîjan ku hesab dike, wekî merivên Brîtanî ew hene zuretên berekên Îsraêlîye undabûyî. Ew kom dibêje, wekî ew berekên undabûyî, deh berekên padşatiya bakûrê ne, yên ku qirna heyştada B.D.M., ketine dîltiyê. Çaxê ez vegeriyame Adêlaîdayê, min derheqa vê yekê ji hevalxebatkarê xwe pirsî, yê ku tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibû. Me çend siheta tevayî xeber da, û xeberdana me heçî zef derheqa baweriya Şedên Yehowa bû. Paşî vê yekê, min fem kir wekî duayê minî biçûktayê hatiye bihîstin. Ez derheqa Efirandarê xwe û Padşatiya wî pêhesiyam. Usa, min “durekî pir qîmet” dît (Met. 13:45, 46).
Pamêla, te jî cahiltiyêda destpêkir ewî durî bigerî. Te ça ew dît?
Ez mezin bûme malbeteke bawermendda, şeherê Kofs Harborêda, (Wêlsa Başûrêye Nû). Dê-bav, kalik û pîrka min, hînkirinên koma Brîtana-Îsraêltî qebûl kirin. Ez, birê minî biçûk, xûşka mine mezin û kurap-pismamên min, ji biçûktayê usa hatine hînkirinê, wekî Xwedê qebûl dike vê cimetê, kal-bavên kîjana Brîtanî ne. Ez vê yekêda dudilî dibûm, û min xwe nêzîkî Xwedê texmîn nedikir. Çaxê ez 14 salî bûm, ez çûme cûre-cûre dêra, mesele ya Înglîzî, Baptîsta, û ya Advêntîsta Roja Hefta. Lê dîsa jî ez ruhanîda birçî dimam.
Malbeta min paşê derbazî Sîdnêyê bû, kîderê ez rastî Wînston hatim çaxê ew wêderê hêsa dibû. Çawa Wînston gilî kir, şêwirkirina me derheqa rêlîgiya, wî berbi Şedên Yehowa bir, û ewî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Paşî vê yekê, nemên wî minra, bi rêzên Kitêba Pîroz tijî bûn. Rast bêjim, pêşiyê ez tevhev dibûm, hela hê jî hêrs diketim. Lê hêdî-hêdî min fem kir, wekî ew minra derheqa rastiya Xwedê dinivîse.
Sala 1962-da, ez derbazî Adêlaîdayê bûm, seva nêzîkî Wînston bijîm. Ewî bona min cî dît mala jin-mêrekîda. Ewana Şedên Yehowa bûn, navê wan Tomas û Cênîs Sloman bû. Ewana Papûa Gîneya Nûda mîsyonêr bûn. Wana qenciya gelek mezin hindava minda dane kifşê; ez hingê 18 salî bûm, aliyê ruhanîda wana alîkariya mezin dane min. Min jî destpêkir Xebera Xwedê hîn bim, û min zû têderxist, wekî min rastî dîtiye. Paşê çaxê min û Wînston hev stand, me derbêra destpêkir Yehowara xizmet kin û wî cûreyî destpêbû jîyîna meye bextewar bi kerema tije. Rast e em rastî çetinaya jî dihatin, lê xizmetiyê alî me kir ku ev durê qîmet hê zêde bişêkirînin.
Wînston, mera gilî ke derheqa destpêka xizmetiya xwe Yehowara.
A. Xerîta rêwîtiya me şixulê berpirsiyartiyêda
B. Nîşanên postê ji wan girava. Kirîbatî û Tûvalû berê nas bûn ça giravên Gîlbêrt û Êlîs
C. Girava Fûnafûtî bi mircanên bedew, dewleta Tûvalûda. Ew giravek ji gelek girava ye, kîderê pêşiyê em çûn, heta ku wêderê mîsyonêr hatine kifşkirinê
Hine wede şûnda çaxê me hev stand, Yehowa dergehên mezin ber me vekir, seva em hê zêde jêra xizmet kin (1 Korn. 16:9). Dergehê pêşin, ev hebû pêşengtî. Cêk Portêr tevî jina xwe Roslînê em hêlan kirin ku pêşengtiyê destpêkin. Ew bira civata meye biçûkda ça berpirsiyarê mihalê xizmet dikir (Niha ew jî endemê Komîtêya fîlîala Avstralasyaye ye). Me 5 sala ça pêşeng xizmet kir. Çaxê ez 29 salî bûm, ez û Pamêla Giravên Okyanûsa Mezine Başûrêda hatine kifşkirinê şixulê berpirsiyartiyê bikin. Girav ew bûn, Samoa Amerîkî, Samoa, Kirîbatî, Naûrû, Nyûê, Tokêlaû, Tonga, Tûvalû û Vanûatû. Hingê bona van têrîtoriya, fîlîala Fîjî cabdar bû.
Hingê cimetên ji giravên başqe-başqe, Şedên Yehowada diketine şikê, lema jî em gerekê fesal û serwaxt bûna (Met. 10:16). Civat biçûk bûn, û hine civata nikaribûn em teglîfî malên xwe kirana ku bal wan bimana. Lema jî me wan mihalada xwera cî bal cimeta wêderê didît, yên ku mera her gav gelek heyf bûn.
Wînston, tu bi rastî gelek xem dikî bona şixulê welgerandinê. Çi tu hêlan kirî berbi wî şixulî?
Samoayêda, derbazkirina mekteba rûspiya
Çaxê me destpêkir dewleta Tongayêda xizmet kin, hingê ser zimanê Tongayî tenê çend belavok û bûklêt hebûn. Xûşk-bira xizmetiyêda kitêba “Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê” ser zimanê Înglîzî didane xebatê û pê vê kitêbê tevî meriva hînbûn derbaz dikirin. Lema wedê mekteba bona rûspiya, ku çar heftî dikişand, sê rûspiyên ku hinekî zimanê Înglîzî zanibûn, qayîl bûn, wekî evê kitêbê ser zimanê Tongayî welgerînin. Pamêlayê destnivîsara wê welgerandinê bi mekînê dinivîsî. Paşê me ev nivîsar dişande Dewletên Yekbûyî, seva ev edebyet bê neşirkirinê. Bi temamî evê proêktê weke heyşt heftiya kişand. Rast e welgerandin ne usa baş bû, yeke bi saya vê edebyetê gelek merivên ku ser zimanê Tongayî xeber didan, derheqa rastiyê pêhesiyan. Ez û Pamêla welger nînin, lê evê proêktê hê zêde hewasa me pêşda anî wî şixulîda.
Pamêla, mera gilî ke ça jîyîna giravada cude dibû ji jîyîna Avstralyayêda?
Maleke ku em têda diman wedê şixulê berpirsiyartiyê
Jîyîna wêderê lap cûrekî mayîn bû! Cûre-cûre ciyada, tije mixmixk bûn, qije-qije germê bû, nêm bû, û mişk jî hebûn. Em usa jî nexweş diketin û cara xwarina me jî hindik bû. Lê xilaziya her rojê, gava me ji mala xwe okyanûsê dinihêrî, me her tişt bîr dikir û rihet dibûn. Li Samoayê banên malên wane edetî ji gîhayên hişk bûn û ser stûnên dar bûn, lê dîwar tunebûn. Bi zimanê wan ser wan mala dibêjin “fale”. Şev çaxê hîv şewq dida, şewqa wê dikete ser palmên kokosê, û ser okyanûsê jî şewqa wê bedew dihate xanê. Ew tiştên bedew em hêlan dikirin wekî bifikirin û dua bikin. Ewê yekê alî me dikir fikirên nebaş ji hişê xwe derxin, û ser tiştên baş bifikirin.
Me zarên wêderê gelek hiz kir. Wana gelek kenê me dianîn, û pey me dinihêrîn, çimkî em xerîbên bi çermê sipî bûn. Carekê, çaxê me teseliya girava Nyûê dikir, gedekî biçûk destê xwe ser pirça milê Wînston bir-anî, û got: “Bimbûla te min xweş tê”. Ça tê kifşê ewî cara pêşiyê milên usa pirçot dît, û lema nizanibû ça bêje!
Dilê me dêşiya çaxê me didît ku gelek merivên wêderê kesîbiyêda dijîn. Rast e wana cîkî gelek bedewda dijît, lê mêdîsîna wêderê pêşdaçûyî nîbû û ava wan jî kêm bû. Xûşk-birên meye wêderê bona vê yekê berxwe nediketin. Ew yek bona wan tiştekî tebiyetî bû. Ewana neferên xwera şa dibûn, usa jî şa dibûn ku ciyê wan heye tevayî top bin seva Xwedê bihebînin, û qîmet dikirin ew qedir ku dikarin pesina bidine Yehowa. Ew mesela wan alî me kir, wekî hiş-aqilê xwe daynin ser tiştên lape ferz û pê jîyîna sivik bijîn.
Pamêla, cara te gerekê xwexa av bianiya û xwarin çêkira, çi ku bona te ne hêsa bû. Gilî ke, tu ça hînî wan tişta bûyî?
Tongayêda, Pamêla kincên me dişo
Ez ji bavê xwe razî me, wekî ewî tiştên usa min hîn kir, ku kêrî min hatin. Mesele, kuçik vêxim, xwarinê ser çêkim, û usa jî çawa bi hine tişta ebûra xwe bikim û razî bim. Çaxê em çûne Kirîbatê seva teseliya civata bikin, em maleke biçûkda diman banê kîjanî ji gîhayê hişk bû, erdê vê ji mircan bû, lê dîwar ji qamîşa bû. Seva xwarinê çêkim, min erd dikola, û çelêda pê qalçikên kokosê agir vêdixist. Lê seva avê, ez tevî jinên vê mihalê diçûme ber bîrê. Wana seva avê ji bîrê bikişînin, darikeke weke 2 mêtrê didane xebatê, û serê darikva têl girêdayî bû. Ew mîna şivika mesîgirtinê bû, lê dewsa çengela bona mesîgirtinê, kodika hesin têlva girêdayî bû. Her jinekê siriya xweda pê vê darikê hema carekêva kodik usa avê dixistin, ku av tije dibû. Min tirê ew yek hêsa ye, lê çaxê siriya min hat, min dît ez nikarim. Min çend cara bi darikê kodik diavîtê, lê ew ser avêra diçû û av nediketê! Gişk dikeniyan, lê paşê jinikekê alî min kir. Geleka alî min dikirin û minra heyf bûn.
We herda jî xizmetiya xweye ser wan girava hiz kir. Hûn dikarin mera gilî kin, çi diha zef bîra weda maye?
Wînston: Mera wede lazim bû, seva edetên wan bizanibin û hînî wan bin. Mesele, çaxê bira mera sifre vedikirin, wana hemû xwarin ku bal wan hebû, ber me datanîn. Pêşiyê me nizanibû ku me gerekê wanra tiştek bihîşta, lema wana çi jî didane ber me, me hemû tişt dixwar. Em dereng pêhesiyan wekî bi rastî me gerekê çi bikira, û paşê me îda wanra xwarin dihîşt. Me gelek şaşî dikir, lê yeke bira me fem dikirin û nedixeydîn. Ewana gelek şa dibûn çaxê em didîtin wedê serlêdanê, dêmek paşî şeş meha. Xêncî wan xûşk-bira ku wêderê dijîtin, tenê em bûn Şedên Yehowaye xerîb.
Girava Nyûêda, xûşk-bira dibin xizmetiyê
Teselîkirina me usa jî ser cimeta wêderê baş hukum dibû. Gelek meriv difikirîn, wekî xûşk-birên wêderê xwexa ev rêlîgiya ber xwe derxistine. Lê çaxê ez tevî jina xwe ji ciyên dûr dihatim teseliya xûşk-bira bikim, cimet ecêbmayî dima û fem dikir, wekî em teşkîleteke hemdinyayî ne û bona hevdu xem dikin.
Pamêla: Çi ku gelek tê bîra min û dilê min şa dike, ew heye qewimandineke Kirîbatîda, kîderê ku tenê çend xûşk-bira hebûn. Wêderê tenê rûspîk hebû, navê wî Stînakî Matêra bû, ewî bona me gelek xem dikir. Rojekê ewî mera selêda hêkek anî û gote me: “Ewa bona we ye”. Hingê hêka mirîşkê bona me xwarineke pir qîmet bû. Ew qencî û merdaniya biçûk, gelek dilê me girt.
Pamêla, em zanin ku paşî çend sala, te zara xwe unda kir, çimkî ber te çû. Hingê çi alî te kir ku te ber wî derdîteyax kir?
Sala 1973-da çaxê ez û Wînston Okyanûsa Mezine Başûrêda bûn, ez giran derketim. Me safî kir, wekî vegerin Avstralyayê, lê wêderê me zara xweye çar mehî unda kir. Bona vê yekê Wînston jî gelek berxwe diket. Rast e ew êş û derd hêdî-hêdî kêm dibû, lê ew êşa dilê min bi temamî hingê derbaz bû, çaxê me jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 15 Nîsanê sala 2009, stand. Wê jûrnalêda hebû “Pirsên Xwendevana”, kîderê ew pirs dihatine şêwirkirinê: “Gelo heye hêvî bona zarên ku malzaroka dêda dimirin?” Ewê gotarê dil da me, wekî Yehowa, yê ku timê tiştên rast dike, wê xwexa evê yekê safî ke. Ew hemû êş û derd-kulên me ku em wê dinya xirabda dikişînin, wê qenc ke, û bi saya Kurê xwe wê kirên Şeytan kuta ke (1 Yûhn. 3:8). Ewê gotarê usa jî alî me kir, wekî hê zêde qîmet kin ewî “durê” qîmet, ku bal cimeta Yehowa heye! Emê kîderê bûna hergê me mizgîniya Padşatiyê nizanibûya?
Paşî mirina zara me, me dîsa xizmetiya hertim destpêkir. Me çend meha Beytela Avstralyayêda xizmet kir û paşê axiriyêda me dîsa şixulê berpirsiyartiyê kir. Sala 1981, îda çar sal bû ku me xizmet dikir Wêlsa Başûrêye Nûda û Sîdnêyda, hingê em teglîfî fîlîala Avstralyayê kirin, wî çaxî ew fîlîal usa nav dikirin, û heta îro em wêderê ne.
Wînston, tu niha endemê komîtêya fîlîala Avstralasyayê yî, gelo xizmetiya teye li Giravên Okyanûsa Mezine Başûrê, vê cabdariyêda kêrî te hat?
Erê, gelek tiştada. Samoa Amerîkî û Samoa ketin bin cabdariya Avstralyayê. Paşê fîlîala Zelanda Nû jî tevî fîlîala Avstralyayê bû yek. Niha, Avstralya, Samoa Amerîkî, Samoa, Giravên Kûk, Zelanda Nû, Nyûê, Tîmor-Lêstê, Tokêlaû, û Tonga, dikevine bin cabdariya fîlîala Avstralasyayê. Bona min qedir bû, wekî min ça wekîlê fîlîalê teseliya wan çend girava kir. Hevkariya min tevî wan xûşk-birên amin ser wan girava, kêrî min hat, çimkî ez niha ji fîlîalê alîkariyê didim wan xûşk-bira.
Wînston û Pamêla fîlîala Avstralasyayêda
Xilaziyêda dixwazim bêjim, wekî min û Pamêlayê emirê xweda fem kir, wekî ne ku tenê merivên mezin dixwazin Xwedê nas kin, lê cahil jî. Ewana jî dixwazin ew “durê pir qîmet” bivînin, hela hê jî hergê neferên wan qebûl nakin (2 Padş. 5:2, 3; 2 Dîr. 34:1-3). Bêşik, Yehowa Xwedêyê hizkirinê dixwaze hemû meriv, mezin biçûkava, jîyîna heta-hetayê bistînin!
Çaxê min û Pamêlayê 50 sal pêşda dixwest Xwedê nas kin, me ne jî dikaribû bida ber çevê xwe, ku ew yek wê çi kerema mera bîne. Rastiya derheqa Padşatiyê rastî jî durekî bêhesab qîmet e! Em dixwazin ewî durê qîmet tu car ji destê xwe bernedin!