KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 9/13 rûp. 1
  • Çev Bide Amos Pêxember

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çev Bide Amos Pêxember
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2013
  • Têmên Mîna Wê
  • Lêkolînkirinêda hê Pêşda Herin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2013
km 9/13 rûp. 1

Çev Bide Amos Pêxember

1. Ça mesela Amos pêxember, dikare me qewî ke?

1 Dibek kesek ji we carna dişirmîş dibû, wekî wê nikaribe dannasîn bike, çimkî ew nexwendî ye. Çi jî hebe, hûn dikarin çev bidine mêrxasiya Amos pêxember. Ew şivan bû, û carna şixulêd cutkariyê dikir. Lê dîsa jî Yahowa şixulek da wî, wekî ew mizgîniya ferz elam ke (Ams. 1:1; 7:14, 15). Roja îroyîn jî, Yahowa merivêd usa dide xebatê, yêd ku milûk û şkestî ne (1 Korn. 1:27-29). Gelo seva qulixkirinê, em çi dîsa ji Amos pêxember dikarin hîn bin?

2. Çira em gerekê qewî bisekinin, çaxê qulixkirinêda rastî peyketina tên?

2 Qewî be, çaxê rastî peyketina têyî: Amatsya keşîş bû di Padşatiya Îsaraêlî ya dehe berekada, û ew serê xwe ber mozikê datanî. Çaxê ewî bihîst pêxembertiya Amos, ew hêrs ket û got: ʹHere mala xwe! Me bihêle! Dînê me cûrekî mayîn e!ʹ (Ams. 7:12, 13). Amatsya, giliyê Amos pêxember, Yeroboam padşara nerast şirowekir. Çimkî ewî dixwest, şixulê Amos bide sekinandinê (Ams. 7:7-11). Lê Amos netirsiya û nexalifî. Roja îroyîn jî, hine keşîş bal merivêd polîtîkayê alîkariyê digerin, û dixebitin wekî ewana pey cimeta Yahowa kevin, û riya wan bigirin. Lê Yahowa me guman dike, wekî her çekêd ku pêşberî me têne çêkirinê, wê pûç û betal bin (Îşa. 54:17).

3. Derheqa kîjan du tişta em gerekê elam kin?

3 Elam ke derheqa Dîwana Xwedê û keremêd axiriyê: Amos pêxembertî dikir, derheqa dîwana Padşatiya Îsraêlî ya dehe bereka. Ewî xilaz kir nivîsandina kitêbê, ya ku bi navê wî ye, di Kitêba Pîrozda. Li wir tê gilîkirinê derheqa sozêd Yahowa bona rojêd baş, û usa jî derheqa gelek kerema (Ams. 9:13-15). Em jî xeber didin bona nêzîkaya “Roja Axiretê”. Lê ev tenê parek e ji wê “Mizgîniya Padşatiyê”, derheqa kîjanî ku em gerekê elam kin (2 Pet. 3:7; Met. 24:14). Ew yek ku Yahowa zulmiyê di Harmegedonêda bide hildanê, wê riya me weke ku bikevine li cineta ser erdê (Zeb. 37:34).

4. Çi guman cem me heye, seva ku qirara Yahowa bikaribin bînin sêrî?

4 Rast e em derheqa mizgîniya Padşatiyê li dinyayêda dannasîn dikin, em usa jî rastî merivêd usa tên, ku miqabilî me derdikevin. Ev yek xwestina me ku li gora tesmîlbûyîna xwe bijîn û qirara Yahowa biqedînin, dide cêribandinê (Yûhn. 15:19). Xêncî wê yekê, em zanin wekî Yahowa wê berdewan ke me hîn bike, seva ku qirara xwe bîne sêrî, çawa ku ev yek dereca Amos pêxemberda qewimî (2 Korn. 3:5).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin