“Hûnê Çi Bikin Wedê Cejina?”
Wedê cejinêd rêlîgiyayê û miletiyê, gelek merî malda nin, lema jî bi wê yekê mecalêd baş mera çêdibin, ku dannasîn bikin. Civat hêlan dibin, wekî hine guhastina bikin, ku wedê cejina dannasîn bikin. Heger geleka van çaxa, wê dereng rabin, wê baş be, ku wede ya derbazkirina civata bona dannasînkirinê, bê guhastinê. Di civatêda wedê Qulixkirina meye Padşatiyê, dibeke wê hine elametî bêne dayînê, derheqa hine guhastina bona dannasînkirina wedê cejina. Usa jî hemûşk wê bêne hêlankirinê, wekî kî ku dikarin di vê şixulîda kar bikin. Belê, cejinêd usa jî mecalê mera didin, ku hêsa bin û seva şixulêd xweye şexsî xem bikin. Wê hê baş be, heger em rojêda hine wede weqetînin, seva dannasîn bikin. Wî çaxî hûnê gelek şa bin, û rihetiyê bistînin ji wê yekê, ku di qulixkirina pîrozda kar dikin (Met. 11:29, 30).