Pêşdaçûyîn di Qulixkirinêda
Em şa ne elamî we bikin derheqa wê yekê, ku bernama teze “Qulixkirin li wan ciya kîderê ku gelek meriv in”, bin rêberiya fîlîalê, li şeherêd Tilbîsê û Batimê hatibû kifşkirinê û pêkanînê. Edebyetêd me li ser pir zimana hatibûn danînê: li ser zimanêd erebî, azerbaycanî, çînaya, înglîzî, gurcikî, îbranî, hîndî, kurdî, farisî, pûncabî, ûrisî û tirkî. Ev bernama di Gurcistanêda meha tîrmehê (yûîênê) sala 2013-da destpêbû. Û ev yek bi rastiyê jî kareke mezin anî. Soz mesele, çaxê pêşengêd me destpêkirin ev mêtoda teze bidine xebatê, wedê meha tebaxê (avgûst), ewana weke ji 916 zêdetir kitêb, û 175 broşûr û 174 jûrnal bela kirin. Belê, eşkere tê kifşê wekî Yahowa ev kifşkirina teze, dêmek qulixkirin li wan ciya kîderê ku gelek meriv diçin-tên, kerem dike. Lema jî, werên em berdewan kin bi temamî “qulixê xwe” biqedînin! (2 Tîmt. 4:5).