KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 4/14 rûp. 2-3
  • “Cimetê Bicivîne”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Cimetê Bicivîne”
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 4/14 rûp. 2-3

“Cimetê Bicivîne”

1. Çaxê îsrayêlî ji Misirê derketin, ewana çi kirin? Û ev qewimandin em beramberî kîjan civînê dikin?

1 Çaxê îsrayêlî ji Misirê derketin, hine wede şûnda, Yahowa temî da Mûsa, wekî ew “cimetê bicivîne” li ser çiyayê Sînayê. Li wir ewana gerekê guh bidana xeberêd Xwedê seva ku bikaribûna wî bitirsiyana û li gora vê yekê zarêd xwe jî hînkirana (Qan. Dcr. 4:10-13). Bi rastiyê jî ew qewimandineke pir baş bû, yê ku nedihate bîrkirinê û baweriyê jî qewî dikir! Hine meh şûnda, cimeta Yahowa wê bicivin li ser civata mezine sêrojî, seva ku ji Yahowa bêne hînkirinê. Lê gelo em çi gerekê bikin, seva ku ji vê civînê, bi temamî karê bistînin?

2. Çi em gerekê bikin, seva ku bona civata mezin “hazir bin”?

2 “Hazir bin”: Yahowa temî dabû îsrayêliya, wekî ewana “hazir bin”, li ser qewimandineke pir baş, kîjan ku li ser çiyayê Sînayê gerekê derbaz bûya (Derk. 19:10, 11). Anegorî vê yekê, gerekê ne ku tenê ew meriv hazir bin, dersêd kîjana ku ser civata mezine sêrojî heye, lê usa jî merivêd din. Mesele, gelekara lazim e tevî mezinê xebatê pêşda xeber din, ku îzina xwe bixwazin wekî çend roja ji xebatê aza bin. Dibeke dereca te mîna dereca Nehemiya ye. Ewî dixwest xebata xweye şerewdariyê, yê ku ewî cem Artahşaşt padşa dikir, bihîşta seva ku here li Orşelîmê û alîkariyê bide bona avakirina dîwarê. Lê Nehemiya zanibû, ku dibeke padşa wê qayîl nîbe wî berde. Lema jî ewî dua kir, û paşê jî bi mêrxasî xwestina xwe bi qedir-hurmetê padşêra got. Padşa îzin da Nehemiye ku ew here, û hela hê padşa xwexe jî piştgiriya vê avakirinê kir! (Nehem. 2:1-9). Xêncî vê yekê, dibeke te îda îzin xwest ji mezinê xebatê ku çend roja neyê xebatê, lê dîsa gerekê hine tişt pêşda hildî hesab. Mesele lazim e seva rêketinê xwe rind hazir kî, û dişirmîş bî hela kîderê bêyî cîwarkirinê. Rûspî wê şa bin alî her kesa bikin, kîra ku alîkarî lazim e. Dêmek ewana hemû tişt wê usa safî kin, ku xûşk-bira bikaribin wedê xweda bên li ser her bernamê, û hazir bin “hê gelekî guh bidine” tiştêd ku bibihên (Îbrn. 2:1).

3. Çi wê alî me bike, seva ku dilê xwe bona bernamê hazir kin?

3 Seva ku bona vê civata mezin hazir bin, em dîsa jî gerekê tiştekî ferz hildin hesab. Dêmek lazim e dilê xwe hazir kin, ku bikaribin guh bidin û hîn bin (Ezr. 7:10). Bernama civata mezin wê li ser malpera meye jw.org pêşda bê danînê, û li wir hûn dikarin bixûnin navêd her gotara, û yek yan dudu rêzêd sereke ku van gotarava girêdayî ne. Ev elametiya ku di bernamêda heye, meceleke baş dide, ku malbet wedê qulixkirina tevî malbetê evê yekê şêwir bikin li ser heftya ku civata mezin gerekê derbaz be. Hine qulixkar evê bernamê ser kaxazê xwera derdixin, û wedê civata mezin wê didine xebatê seva ku nivîsarêd kin bona xwe bikin.

4. Çawa dê-bav bi alîkariya civata mezin dikarin zarêd xwe hîn kin?

4 “Zarêd Xwe Hîn kin”: Nêta civîna îsrayêliya li ser çiyayê Sînayê ew bû, ku dê-bav bikaribûna “zarêd xwe” hînkirana (Qan. Dcr. 4:10). Civata mezine sêrojî meceleke baş dide dê-bava ku ewana jî usa bikin. Dê-bav gerekê zarêd xwe wedê bernamê kêleka xwe bidine rûniştandinê, û alî wan bikin ku rind guh bidine bernamê. Xilaziya her rojê, yan jî wedê qulixkirina tevî malbetê, neferê malê dikarin tevayî derheqa bernamê şêwir bikin.

5. Ça em dikarin karê bistînin ji civata mezine sêrojî?

5 Çaxê îsrayêlî li ser çiyayê Sînayê civiyan, ew qewimandineke usa bû ku nedihate bîrkirinê. Ev yek alî îsrayêliya kir wekî qîmet kin evê meceleke pir baş ku ewana cimeta Xwedê ne (Qan. Dcr. 4:7, 8). Civata meye mezin jî, seva vê yekê hatiye kifş kirinê, ku usa alî me bike û karê bîne. Ev sê roj wê alî me bikin ku em bikaribin ji vê dinya Şeytan e zulm derin, ya ku mîna berî ye. Lê ji cineta xweye ruhanî em rihetiyê û dilgermiyê distînin (Îşa. 35:7-9). Roja Yahowa îda gelek nêzîk e, lema jî werên em evê mecalê bernedin ku bicivin ser vê civatê ya ku hersal derbaz dibe, wekî hêlana bidine hev! (Îbrn. 10:24, 25).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin