Hemû Mecalê Bide Xebatê seva ku Mizgîniya Padşatiyê Dannasîn kî!
1. Çi ders em dikarin hildin ji mesela Dawid?
1 Padşa Dawid merivekî usa bû, yê ku tu car îzin nedida wekî derecêd çetin ser wî hukum bin. Mesele, Dawid dixwest bona Yahowa paristgeh avakira. Çaxê ewî bihîst ku wê nikaribe ev yek bike, Dawid nêtê xwe guhast û pêşda alî Silêman kir, wekî ew paristgehê ava ke (1 Padş. 8:17-19; 1 Dîr. 29:3-9). Dewsa ku berxwekeve derheqa wê yeke çi ku Dawid nikaribû bikira, ew dîna xwe dide ser vê yekê çi ku ewî dikaribû bikira. Çaxê em mecalê digerin seva ku Mizgîniya Padşatiyê bela kin, wî çaxî ça em dikarin çev bidine mesela Dawid?
2. Ça em dikarin derecêd xwe bicêribînin?
2 Bike ew, Çi ku Tu Dikarî Bikî: Gelek xûşk-birêd me emirê xwe hêsa kirin, wekî qulix kin çawa pêşengêd kumekdar yan jî ça pêşengêd hertim (Met. 6:22). Lê tu çi dikarî bikî? Di duakirinêda bicêribîne derecêd xwe, û dibek tu bivînî çi “dergehekî xêrêyî mezin li ber” te wê vebe. Wî çaxî, evê mecalê ji destê xwe bernede (1 Korn. 16:8, 9).
3. Çi mecalêd me heye kîjan ku em dikarin bidine xebatê, hergê em nikarin qulix kin çawa pêşeng?
3 Lê hergê derecêd te usa ne, ku tu nikarî qulix kî çawa pêşeng? Bal te mecalêd din hene. Mesele, dibeke kîderê ku tu dixebitî hene merî kî ku ne Şedêd Yahowa ne. Ew dikare mecaleke baş be ku wanra dannasîn kî. Yan jî hergê tu nexwaşî û diçî bal hekîma, ew jî mecaleke baş dide, seva ku wanara şedetiyê bidî. Bîr neke ku merivêd emirda mezin yan jî ewêd ku ji bo nexwaşiya giran nikarin gelek qulix kin, wanra mecala usa hatiye dayîn, wekî di hesabê xweda ne ku tenê siheta lê deqa jî lêkin. Mesele 15, 30, yan 45 deqe. Xilaziya mehê di hesabê xweda, tu hêsa dikarî binivîsî sihetê dannasînkirina neformal, usa jî hemû edebyeta, belavoka, teglîfkirina li ser Êvara Bîranînê û civata mezin. Tu dikarî ecêbmayî bimînî ji hesabê sihetê xwe, çimkî te hemû mecal daye xebatê!
4. Çi mecala tu dixwazî bidî xebatê?
4 Derecêd me çi cûreyî nîbin, werên em hemû mecale bidine xebatê wekî Mizgîniya xêrê bela kin. Hergê em seva şixulê Padşatiyê hemû tiştî bikin, ji wê yekê, emê şabûneke mezin bistînin (Marq. 14:8; Lûqa 21:2-4).