Mekteba Dannasînkirinê ya 2015, Alî Me Dike ku Hînkirina Xwe Baş kin
1 Dawidê zebûrbêj nivîsî: “Gotina ku dertê ji devê min, fikira ku diçe ji dilê min, bila maqûl be dîtin li pêş te, ya Xudan [Yahowa, DT] tu yî zinar û rizgarkarê [xilazkarê] min” (Zeb. 19:14, ÎM). Em jî dixwazin wekî gotinêd me Yahowara xweş bên, çimkî em qîmet dikin ew qedirê ku mera hatiye dayînê. Dêmek ku em dikarin di civatêda û qulixkirinêda, rastiyê bêjin. Mekteba Dannasînkirinê ev yek ji wan mecala ye, bi saya kîjanî ku Yahowa seva qulixkirinê me hîn dike û hazir dike. Ev hînkirin, her heftî nav temamiya dinyayêda weke 111 000 civatada zêdetir, derbaz dibe. Ev hînkirin, alîkarî da xûşk-birêd ji temamiya dinyayê û ji cûre-cûre mileta, wekî ewana bibine dannasînkarêd cêribandî, û bikaribin bi bawerbûnê, taktîk û mêrxasî meriya hîn kin (Kar. Şand. 19:8; Kols. 4:6).
2 Di bernama mektebêda ya sala 2015, wê bêne hildanê têmêd ji bûklêta “Çi Em Dikarin Hîn bin ji Xebera Xwedê?” (igw), “Têmêd Kitêba Pîroz seva Xeberdanê” (td), û “Serhatiyêd Kitêba Pîroz” (my). Xêncî wê yekê hine guhastin hatine kirinê di wî wedeyîda, yê ku seva fikirêd bijartî ji Kitêba Pîroz dihate dayînê, û usa jî guhastin di dersa № 1-da hene. Derheqa wan guhastina, û rêberiyê ku çawa parêd ji mektebê gerekê bêne derbazkirinê, jêrê tê şirovekirinê.
3 Fikirêd Jibartî ji Kitêba Pîroz: Ew birêd ku vê dersê distînin, gerekê nava du deqada şêwir bikin derheqa rêzekî kêrhatî ji Kitêba Pîroz, ya ku li vê heftiyê gerekê bixûnin. Hazirbûna baş wê alîkariyê bide, seva ku wedê kifşkirîda, bikaribin fikirêd qîmet derbazî civatê bikin. Xêncî wê yekê, civatêra 6 deqe tê dayînê, seva ku ewana nava 30 seniyada yan hê kêm, caba xwe bidin û bêjin ku çi tiştêd hewas wana seva xwe dît wedê xwendina Kitêba Pîroze li vê heftiyê. Seva ku em bikaribin cabêd kêrhatî nava 30 seniyada bidin, lazim e xwe pêşda hazir kin û dişirmîş bin. Û ev yek hînkirineke baş e seva me. Ev usa jî mecalê dide yêd dinêna, wekî caba xwe bidin û bêjin ew fikirêd hewas, ku wana wedê lêkolînkirina xwe dît.
4 Dersa № 1: Ew wedê ku seva xwendina Kitêba Pîroz dihate dayînê, kêm bû ser sê deqe yan hê kêm û rêzêd seva xwandinê jî kêm bûn. Ewêd ku evê dersa xwendinê bistînin, gerekê çend cera bi dengê bilind xwera bixûnin û rind dîna xwe bidine ser gotina xebera, ku bikaribin hêsa bixûnin û fikira bi femdarî derbaz kin. Her qulixkarekî Yahowa, gerekê ji aliyê xweda hemû tiştî bike ku bikaribe rind xwendinê bizanibe, çimkî xwendin jî ev rolake ferz e di qulixkirina meda. Em çiqasî şa ne, ku geleka ji zarêd me, xwendinê rind zanin. Lema jî dê-bav hêjayî payîdayînê ne, çimkî ewana bi hizkirin qewatê didane xebatê, seva ku alî zarêd xwe bikin bibine xwendekarêd baş.
5 Dersa № 2: Ev dersa xûşka ne, ya ku nava pênc deqada gerekê bê derbazkirinê. Xûşk gerekê ewê têmê hazir kin, kîjan ku wanara kifşkirî ye. Çaxê ev ders li ser hîmê wê bûklêtê ye, “Çi Em Dikarin Hîn bin ji Xebera Xwedê?”, xûşk gerekê evê têmayê tevî cûrek ji dannasînkirinê tevgirêde, seva ku ew bi rêalîstîk û kêrhatî be seva mihala wan. Lê çaxê ders li ser hîmê “Serhatiyêd Kitêba Pîroz e” (my), hingê xûşk gerekê rêzêd layîq seva têma xwe bijbêre û nîşan ke ku çi em dikarin ji mesela Kitêba Pîroz hîn bin. Seva têma xwe dikarin rêzêd zêde jî bidine xebatê, yêd ku vê têmayêva wê girêdayî bin. Berpirsiyarê mektebê, xûşkeke din ça alîkarçî wê kifş ke.
6 Dersa № 3: Ev dersa pênc deqe, wê bê dayînê yan xûşkara yan jî birara. Çaxê ev ders xûşk distînin, hingê ew gerekê usa bê hazirkirinê, çawa ku Dersa № 2-da tê gotinê. Hergê ev ders bira distîne, û ev li ser hîmê “Têmêd Kitêba Pîroz seva Xeberdanê” ye (td), yan jî “Serhatiyêd Kitêba Pîroz” (my), ew gerekê têma xwe ça gotarê hazir ke. Ewêd ku evê dersê distînin, gerekê têma xwe zelal kin, rêzêd layîq ji Kitêba Pîroz bijbêrin û bidine xebatê, usa jî nîşan kin wekî çi em dikarin ji serhatiyêd Kitêba Pîroz hîn bin.
7 Guhastina Teze di Dersa № 3-da, seva Bira: Çaxê ev ders wê li ser hîmê vê bûklêtê be, “Çi Em Dikarin Hîn bin ji Xebera Xwedê?” (igw), hingê ev gerekê bi temaşê nîşan kin, dereca usada: qulixkirina tevî malbetê yan jî dannasînkirin. Berpirsiyarê mektebê seva vê dersê wê kifş ke alîkarçiya, û dereca ku gerekê bidine xebatê. Alîkarçiyêd wî birayî kîjan ku ev ders hazir dike, gerekê neferêd mala wî bin, yan jî birakî ji civatê. Rêzêd zêde ji Kitêba Pîroz ku vê têmayêva girêdayî ne, dikarin bêne xebitandinê. Car-cara ev ders dikare rûspiyara jî bê kifşkirinê. Wî çaxî ev rûspî xwexa dikare bijbêre alîkarçiya û derece. Bi rastiyê jî ev hêlankirineke mezin be seva civatê, ku bivînin wekî çawa rûspî hîn dikin neferêd malê, yan birêd din.
8 Şîret: Berpirsiyarê mektebê wê du deqa bide xebatê, seva ku paşî her derketina xûşk-bira payê wan bide û usa jî şîretêd fikirandî li ser hîmê kitêba “Mekteba Dannasînkirinê”. Çaxê berpirsiyarê mektebê elam dike derheqa derketina xûşk-bira, ew pêşda gerekê nebêje ku li ser kîjan dersê ewana dixebitin. Lê paşî derketina wan, berpisiyarê mektebê gerekê bi helalî payê wan bide, elam ke wekî li ser kîjan dersê ew xebitîne. Usa jî gerekê dîna xwe bidê, ku çima cem wana rind derket ev ders, yan jî bi nermî şiroveke wekî çira ferz û kêrhatî ye, ku şagirt dîna xwe bidine vê dersê.
9 Navnîşana dersa, di vê kitêbêda dikarin bivînin “Mekteba Dannasînkirinê” li ser rûpêla 79-81 (ru). Çaxê xûşk yan bira dersa xwe xilaz kin, hingê paşê civatê yan jî wedekî din, berpirsiyarê mektebê, di kitêba wanda gerekê bi qelemê kifşkirina bike û başqe bipirse, wekî şagirt hazir kir ew dersa ku kotasiya wî serîda ne, çi ku wîra hatibû kifşkirinê. Usa jî ew dikare başqe payî û şîretêd kêrhatî bide wî. Çaxê xûşk yan bira şîretekê distînin ya ku mektebêva û dersa wîva girêdayî ye, hingê ev yek gerekê hesab ke ça mecala ku wê alî wî bike ruhanîda pêşda here (1 Tîmt. 4:15).
10 Hergê xûşk yan bira wedê derketina xwe dirêj dikin, hingê berpirsiyarê mektebê yan jî alîkarçî, gerekê bi zengilê, yan jî bi tiştekî din, wana bi nermî bidine sekinandinê. Ew xûşk yan bira ku dersê çêdikin, wedê zengilê gerekê fem bikin ku ev tê hesabê wekî ewana gerekê cimlêd xwe xilaz kin, û ji sênê peya bin. Binihêre kitêba “Mekteba Dannasînkirinê”, rûp. 282, abz. 4 (ru).
11 Seva ku di Mekteba Dannasînkirinêda bi dersa derkevin, lazim e hine dewakirina biqedînin. Û em hemûşka hêlan dikin ku di vê yekêda kar bikin. (Binihêre kitêba “Mekteba Dannasînkirinê”, rûp. 282, abz. 6 (ru).) Ev hînkirina ku di vê mektebêda distînin, alîkariyê dide cimeta Yahowa, seva ku mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê, meriyara dannasîn kin û bi bawerbûnê, taktîk, û hizkirinê hîn kin. Bi rastiyê jî Yahowa hêjayî ye, wekî her kesê ku karê distînin ji mekteba dannasînkirinê, wî hurmet-rûmet kin! (Zeb. 148:12, 13; Îşa. 50:4).
[Çargoşe ser rûpêla 5]
Qebûl ke û bide xebatê şîreta, ku bikaribî pêşda herî