Rêberî bona Civata Mezine Sêrojî
Siheta Derbazkirinê: Derê avayê siheta 8:00 vedibe. Miqama destpêbûnê, her sê roja wê siheta 9:20 destpêbe. Çaxê miqam destpêdibe, hingê her kes ji me gerekê ciyê xwe bigire, seva ku bername bi layîqî derbaz be. Roja Îniyê û Şemiyê, bernama wê xilaz be nêzîkî siheta 17:00. Lê roja Ledê wê siheta 16:00 xilaz be.
Bi Kilama, Pesna Bidine Yahowa: Wedê berê cimeta Xwedê, bi kilama pesnê Yahowa didan. Û îro jî miqam ev pareke ferz e di hebandina rastda (Zb. 28:7). Her pareke civata mezine sêrojî, wê bi miqamê destpêbe. Ev ne ku tenê miqam in, ev usa hatine hazirkirinê ku em hîn bin Yahowa bihebînin. Lema jî çaxê bira elam ke ku miqam niha wê destpêbe, ev tê hesabê wekî gerekê ciyê xwe bigirin û bi razîbûnê guh bidine vê miqamê, ne ku xeber din. Bi şixulêd xweye usa em nîşan dikin, wekî qîmet dikin qewata endemêd orkêstra Birca Qerewiliyê. Salê du cara ew xûşk-bira bi kîsî xwe diçin li Patêrsonê, Nîyû-York, seva ku miqamê bedew saz kin, wekî lezetê mera bîne. Paşê wê yekê çaxê em guh bidine miqamê, em gerekê bistirên kilamêd Padşatiyê û bi vê yekê pesna bidine Yahowa.
Ciyê Sekinandina Avta: Ji bo wê yekê ku carna ciyê sekinandina avta têrê nake, wê baş be wekî hemûşk bi avtê xwe neyên, lê tevayî tevî kesekî bên. Lê ew merivêd ku problêmêd sihet-qewatêva girêdayî, cem wana heye, avtêd wan wê li wan ciya bê sekinandinê, kîderê ku wê wanara kifş kin. Rast e derecêd hemû ciyada ji hev cude dibin, çi jî hebe hemû ajovan gerekê guh bidine birêd cabdar, yêd ku seva ciyêd sekinandina avta xem dikin, û guh bidine rêberiya wan.
Ciyê Rûniştandinê: Rast e her şebeq derê oda civatê wê vekirî bin, ji kerema xwe hildin hesab ku em gerekê lez nekevin wekî ciyêd baş xwera bigirin, ça bêjî tevî kesekî dikevne hucetê. Ji kerema xwe merivêd din hilde hesab, û ruhê xwequrbankirinê bide kifşê seva halxweşiya xûşk-bira. Ruhê xwequrbankirinê dide kifşê, wekî em Mesîhiyêd rast in, û yêd dinêna jî hêlan dike ku pesna bidine Xwedê (Yn. 13:34, 35; 1 Kr. 13:5; 1 Pt. 2:12). Cî, hûn dikarin tenê seva wan meriya bigirin, yêd ku tevî we di avtêkîda hatine, yan jî ewêd ku tevî we malekêda dijîn, yan jî ewêd tevî kîjana ku tu niha hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikî. Ji kerema xwe tiştêd xwe daneyne li wî cî, kîderê ku tê rûnenêyî. Şixulkariya te di vê yekêda, wê alî yêd dinêna bike bivînin, ku ev cî vala ne.
Kincxwekirina bi Namûsî û Layîq: Wedê civata mezin kincxwekirina me gerekê layîq û bi namûsî be, û nede kifşê ruh û stîla vê dinyaye necayîz (1 Tîm. 2:9). Hela hê çaxê em hotêlêda nînin, yan jî pêşiya û paşê civata mezin çaxê em aza ne û hêsa dibin, hingê jî em dixwazin wekî kincxwekirina me bi namûsî û layîq be. Bi vê yekê emê firnaq bin li ser xwe bigerînin plakêtkayê, û çaxê mecala me hebe, mera wê ne jî çetin be şedetiyê bidin. Kincxwekirin û rabûn-rûniştandina meye baş, wedê civata mezin, ne ku tenê dîna merivêd helal wê bikişîne berbi mizgîniya Kitêba Pîroz ku emir xilaz dike, lê usa jî Yahowa wê hurmet-rûmet ke (Sf. 3:17).
Qeydêd Meye Baş, Çaxê Hacetêd Elektronîk Didine Xebatê: Em qeydêd xweye baş didine kifşê, çaxê têlêd xweye mobîlê yan hacetêd elektronêya din usa saz dikin, wekî tu kesî eciz nekin. Hergê em kamêrayê didine xebatê, ser vîdêo dinivîsin yan tablêta didine xebatê, em dixwazin serwaxt bin, wekî riya meriya negirin guh bidine bernamê. Em usa jî bi vê yekê qeydê xweye baş didine kifşê, çaxê bêyî menî wedê bernamê, naşînin nema yan jî sms.
Xwarin: Dewsa ku wedê nanxwarinê oda civata mezin bihêlin û herin, wê baş be, wekî xwarinê tevî xwe bînin. Hûn usa jî dikarin tevî xwe hildin çenteke usa, kîderê ku xwarinê bikaribin xwey kin wekî xirab nebe, û kîjan ku bin korsiyê cî dibe. Lê çentêd vî cûreyî yêd ku mezin in, û firaqêd şûşê, îzin tune ku li ser civatêd mezin bînin.
Qurbankirin: Em dikarin bi wê yekê razîbûna xwe hindava hazirkirina civata mezin bidine kifşê, hergê qurbankirina bi rezedilî bikin, yêd ku têne xebitandinê li ser şixulêd meye hemdinyayê bona civata mezin.
Derman: Hergê hûn nexweş in û doxtor wera derman nivîsiye ku vexwin, ji kerema xwe dermanêd xwe bîr nekin tevî xwe bînin li civata mezin. Çimkî diqewime ku dermanêd vî cûreyî li ser civatêd mezin wê tune bin. Hemû cûre derziya îzin tune ku bavêjine qutiyêd gemara, yêd ku li ser têrîtoriya civatêd mezinda nin û otêlada. Çimkî ev yek gelek xof e.
◼ Xwexweykirin ji Qeziya: Ji kerema xwe, seva ku hûn bikaribin xwe ji qeziyê xwey kin, fesal bin ku lez nekevin û neşimitin. Her sal gelek qezî diqewimin ji bo wê yekê, ku solêd penîbilind pê dikin. Sol gerekê layîq bin, hingê wê wera hêsa be û hûnê netirsin li ser pêpelûnga yan jî ciyêd din bigerin.
Erebe bona Zara (Kaleske), û Kursiyêd ku Têne Topkirinê: Li ciyê rûniştandina xwe, îzin tune bînin kaleske yan jî kursiyêd ku têne topkirinê. Lê îzin heye ku tevî xwe bînin kursiyêd usa bona zara, di kîjanada ku zar bê xof in. Û ev kursiyê zara, hûn dikarin kêleka kursiya xwe girêdin.
Xebitandina Parfiyûmê: Hine civatêd mezin ciyêd dadayîda derbaz dibin, kîderê ku vîntîlasiya jî hindik in. Lema ji bo hizkirina hindava yêd dinêna, wê baş be wekî em tiştêd parfiyûmêye usa nedine xebatê, bîna kîjana ku zef qayîm e. Çimkî ev yek dikare hukum ke li ser wan meriya, alêrjiya kîjana ku li ser tiştêd usa heye (1 Kr. 10:24).
Ev Kî ku Dixwazin Hê Zêde Derheqa Xwedê Pêbihesin: Hergê wedê pêrîoda civata mezine sêrojî, qulixkar kesekîra neformal şedetî dan, û ew meriv xwest hê zêde pêbihese, hingê dikarin tije kin ew blanka lazim (S-43). Blankêd tijekirî gerekê bidine Îdara Edebyatêra, yan jî paşê dikarin bidine sêkrêtarê civata xwe.
Xwarin Paşî Civata Mezin: Çaxê hûn paşî civata mezin safî kin herin cîkî nan bixwin, li wir jî hûn dikarin bi rabûn-rûniştandina xweye baş, pesna bidine navê Yahowa. Kincêd xwe usa xwe kin, çawa ku layîqî qulixkarê Xwedê ye. Hergê wera lazim e xwarinê sifareş kin, hingê dikarin hine perêd zêde jî bihêlin xebatkarêd wan ciya, hergê ew bi edetê vî cî ye.
Cîwarbûyîn li Malada:
Tije ke blanka lazim (CO-5), seva cîwarbûyînê.
Ji kerema xwe bîr nekin, wekî hûn tenê wedê derbazkirina civata mezin, li vê malêda dikarin bimînin.
Timê dîna xwe bide zarêd xwe û tenê wana nahêle.
Hergê te blank tije kir û paşê nikarî li wî cî bimînî, ji kerema xwe derheqa vê yekê pêra-pêra elamî sêkrêtarê civata xwe bike.
Qîmet ke mêvanhiziya wan xûşk-bira, mala kîjanada ku tu dimînî.
Hotêl:
Ji kerema xwe zef otaxa negire, hergê tu wana nadî xebatê. Usa jî haqas meriv gerekê tevî te otaxêda bimînin, çiqas ku hotêl kifş dike.
Hergê nişkêva tiştek qewimî û tu nikarî bêyî li hotêlê bimînî, hingê wê gelek baş be ku pêra-pêra derheqa vê yekê hotêlêra elam kî, seva ku yêd dinêna bikaribin evê otaxê bidine xebatê (Mt. 5:37). Paşê dîsa carek îzbat be wekî hotêl bi rastiyê jî hejmar dane te (yan jî îzbatkirina wê yekê) ku te ev otax vedigerînî. Hergê tu nava 48 sihetada kêm, wanara elam dikî ku evê otaxê naxwazî, hingê perêd te wê unda bin.
Êwêd ku kartêd krêdîtê û yêd din didine xebatê: gelek car hotêl ev perêd we li ser kartê digire yê ku seva otaxê gerekê bê dayînê, seva ku hergê tiştek bibe, heqê xwe derxin. Tuyê nikaribî wan pere bidî xebatê, heta ku tu bi temamî perêd xwe tesmîl nekî nava çend rojada paşî çûyîna xwe.
Erebeya seva derbazkirina barêd te, wî çaxî hilde, gava tişt îda hazir in seva ku wana derbaz kin. Paşî wê yekê pêra-pêra evê erebê bîne ciyê wê, seva ku yêd dinêna jî bikaribin ewê hildin.
Hergê di vî cîda qeyde ye, hingê dikarî xebatkarêd hotêlêra, yêd ku barêd te derbaz dikin yan jî otaxê didine hev, perêd zêde bihêlî.
Xwarinê tenê li wî cî hazir ke, kîderê ku îzin heye.
Li wan hotêlada, kîderê ku bê pere teştê didin, mesele qahvê, û tiştêd din, bê hemdê xwe û seva mêvanêd xwe nede xebatê.
Her car wedê xeberdana teye tevî xebatkarêd hotêlê, berê ruh bide kifşê. Ewana şixulkariyê tevî gelek meriva dikin, û qenciya te, sebirkirin û serwaxtiya te jî wê gelek qîmet kin.
Dê-bav gerekê timê miqatî zarêd xwe bin, wedê hatina wan li hotêlêda. Usa jî wextê zar lîftêda nin, hewzda, û ciyêd dinda nin.
Di “Navnîşa Otaxada” tê kifşkirinê bayê otaxê seva şevekî. Hergê ser te perêd zêde lêkirin, seva tiştêd ku te sifareş nekiriye û ne jî daye xebatê, van pera tesmîl neke. Û çiqas ku dikarî, derheqa vê yekê zû bêje Îdara Cîvarkirinêra.
Derheqa her problêmeke, yêd ku di hotêlêda dikarin hebin, gerekê bê eglekirin bêjin Îdara Cîvarkirinêra.
Qulixiya Rezedilî: Her kes kî ku dixwaze alîkariyê bide seva temizkirina oda civata mezin, dikare bêje wê îdarê, kîjan ku seva alîkariya temizkirina civatê cabdar e. Zarêd heta 16 salî jî dikarin di şixulê temizkirinêda kar bikin, û ewana evê yekê dikarin bikin yan tevî dê-bavê xwe, yan jî tevî wan meriya, yêd ku miqatî wan dibin û kîjanara ku dê-bav îzin dane wekî bona wan cabdar bin.