Pêşdaçûyîn di Qulixkirinêda
Em şa ne elamî we kin, wekî di sala xizmetiyêye 2014-da, seva bernama “Qulixkirin li wan Ciya Kîderê ku Gelek Meriv Top Dibin”, 10 589 kitêb, 7 083 jûrnal û 4 403 broşûr, hatibûn danînê. Bi temamî, 22 075 edebyet hatibûn belakirinê. Xêncî wê yekê, gelek xeberdanêd baş despêbûne li ser hîmê Kitêba Pîroz. Ev bernama, bi rastiyê jî gelek kêrhatî ye nava şeherêd Tilbîsê û Batimê. Em dikarin bawer bin, wekî bi ruh û kerema Yahowa usa jî bi qewata me hemûya, emê bikaribin şixulêd xweda serfiraz bin û hurmet-rûmetê jî bidine Xwedê (1 Korn. 3:6, 7).