Bira Nêta Te ew be, ku Meriya Bikî Şagirt
1. Çi lazim e, seva ku meriv xilaz bin?
1 Hesaba xizmetiyêye hersalî ya sala 2014, da kifşê ku cimeta Xwedê di dannasînkirinêda hazir bûn û bi xîret mizgîniya Padşatiyê bela dikirin (Met. 24:14). Bi alîkariya dannasînkirina mal bi mal, kampaniya mexsûs seva belakirina belavoka, teglîfkirina, û usa jî bi alîkariya dannasînkirina li ciyên ku gelek meriv top dibin, me karibû mizgînî bigihînine gelek meriya. Çi jî hebe, hergê kesek dixwaze xilaz be, em gerekê tevî wana hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kin û alî wan bikin bibine şagirtên Îsa (1 Tîmt. 2:4).
2. Kîjan pirs wê alî me bikin, timê hazir bin hînkirina Kitêba Pîroz destpêkin?
2 Timê Hazir be Hînkirina Kitêba Pîroz Destpêkî: Çaxê meriv hewasa xwe dide kifşê, hingê tu dixebitî ku navnîşana wî, yan hejmara têla wî hildî, seva ku bê eglekirin bêyî, û tevî wî hînkirina Kitêba Pîroz destpêkî? Cara paşin te kengê li ser serlêdana xweye pêşin, nîşanî meriya kir, ku çawa hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dibe? Hergê tu kesekîra her meh jûrnalên teze dihêlî, hingê cara paşin te kengê wî merivîra got, ku tevî wî hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kî? Te heval-xebatkarên xwera, heval-hogirara, cînarara, pismamara û nasiyên xweyî dinra nîşan kir, vîdêoya “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” yan jî “Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz?” Çaxê tu ber stêndê sekiniyî, û kesek edebyetê seva hînbûnê hildide, hingê tu dibêjî wana ku bi saya wê edebyetê, ewana dikarin usa jî bistînin hînbûna Kitêba Pîroz bêpere?
3. Çi lazim e, seva ku em bi serfirazî, rastiyê meriya hîn kin?
3 Alîkarî ji Yahowa û Îsa: Temiya xweda, Îsa pêşiyê got “herin” û paşê jî zêde kir, ku meriya “bikin şagirt”. Bi vê yekê ewî da kifşê, ku em gerekê qewatê bidine xebatê û usa jî hazir bin. Lema jî Îsa em tenê nehîştin, lê ewî soz da, ku wê tevî me be (Met. 28:19, 20). Xêncî wê yekê, Yahowa ruhê xweyî pîroz da me, usa jî hine hacet û hînkirin, çi ku mera gelek lazim in, seva ku em bikaribin rastiyê meriya hîn kin (Zeker. 4:6; 2 Korn. 4:7). Em gerekê dua bikin Yahowara, ku xwestina me zêde ke û ku em bikaribin di vê şixula ferzda, kar bikin (Fîlî. 2:13).
4. Çima nêta me gerekê ew be ku meriya bikin şagirt?
4 Dannasînkirina mizgîniya xêrê, şabûneke mezin mera tîne. Lê xwestina me hingê hê zêde dibe, çaxê em kesekî rastiyê hîn dikin û alî wî dikin ku tevî me bisekine li ser “riya ku dibe berbi jiyînê” (Met. 7:14; 1 Têsln. 2:19, 20). Lê hê ferz ew e, ku çaxê em dixebitin seva ku meriva bikin şagirt, bi vê yekê em dilê Yahowa şa dikin, yê ku “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Pet. 3:9).