Çawa Bigihînine Dilê Wan Meriva, Kîjana ku Hîn Dikin
1Xeberdana Îsa Mesîh digihîşte dilê guhdarên wî. Carekê çaxê Îsa zelal wanara Nivîsara şirovekir, ev yek dilê wan girt (Lûqa 24:32). Rast e guhdariya me gerekê ji dil be, lê çawa em dikarin bigihînine dilê wan meriya kîjana ku hîn dikin, seva ku ewana hêlan bin di jîyîna xweda hine guhastina bikin? (Rom. 6:17).
2Serwaxtî û Taktîkî Bide Xebatê: Seva geleka ku bêjî çi ye rast û nerast, bes nîne ku ewana hêlan bin tiştekî bikin. Hergê em bi gelek rêzên Kitêba Pîroz rêlîgiya wan sûcdar kin, bi wê yekê emê wana ji rastiyê dûr xin. Lê seva ku meriya hêlan kin, em gerekê serwaxt bin ku bikaribin têderxin wekî çima ew usa bawer dike û dijî. Pirsên meye taktîkî û rind bijartî, wê meriya hêlan kin ku fikirên dilê xwe mera eyan kin (Metlk. 20:5). Tenê wî çaxî em dikarin bizanibin ku çi elametî ji Xebera Xwedê bijbêrin, seva ku bigihînine dilê wan. Xêncî wê yekê em gerekê nîşan kin ku seva wan xem dikin, û hindava wanda sebir bin (Metlk. 25:15). Bîr nekin ku her meriv mîna hev nînin û lema jî pêşdaçûyîna wane ruhanî jî, wê ne mîna hev be. Bihêle ku ruhê Yahowayî pîroz hukum ke li ser fikir û dilê wan meriya (Marq. 4:26-29).
3Alî Wan Bike Xeysetên Baş Nav Xweda Mezin kin: Serhatiyên Kitêba Pîroz yên ku qencî û hizkirina Yahowa eyan dikin, dikarin alî wan meriya bikin xeysetên baş nav xweda mezin kin. Em dikarin rêzên usa bidine xebatê ça, Zebûr 139:1-4 yan Lûqa 12:6, 7, seva nîşan kin ku çiqas Xwedê bona me xem dike. Çaxê meriv razîbûna xwe hindava Yahowada dide kifşê, hingê hizkirin û aminiya wî jî hindava Yahowa mezin dibe (Rom. 5:6-8; 1 Yûhn. 4:19). Xêncî wê yekê, çaxê ewana pêdihesin ku şixulên wan dikarin dilê Yahowa biêşînin, wî çaxî ewana dixebitin ku dilê wî şa kin û pesna bidine wî (Zeb. 78:40, 41; Metlk. 23:15).
4Yahowa zorê meriya nake ku gura temiyên wî bikin. Lê dewsê ew usa dike ku meriv bivîne bîlaniya şîretên wî (Îşa. 48:17, 18). Çaxê em usa meriya hîn dikin seva ku bigihînine dilê wan û wana hêlan kin xwexe temiya biqedînin, bi wê yekê em çev didine Yahowa. Çaxê meriv fem dike ku ew gerekê hine guhastina di jîyîna xweda bike, bi wê yekê ew axrîke baş qezanc dike (Rom. 12:2). Him jî ew hê nêzîkî Yahowa dibe, “yê ku dilan pak dike” (Metlk. 17:3).