FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ESTER 1-5
Ester, Piştovanî Cimeta Xwedê bû
Çaxê Ester piştgiriya cimeta Xwedê kir, ewê bawerî û mêrxasiyê da kifşê
Hergê kesek bê gazîkirin bihata cem padşa, wî merivî dikuştin. Îda weke 30 roja padşa gazî Ester nedikir
Ahaşveroş Padşa, yê ku usa jî eyan bû ça Ksêrks I, yekî gelek hêrs û zulm bû. Carekê ewî ferman da, ku merivekî bikine 2 kera û bedena wî jî danî li ser ciyê eyan, seva ku her kes bivîne û bitirse. Ewî usa jî Vaştî jinpadşa berîda ji bo wê yekê, ku ew gura wî nekir
Ester him gerekê eyan kira ku ew Cihû bû, û him jî padşa bida bawerkirinê, ku şîretkarê wîyî nêzîk, mixanet e