KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb16 Îlon rûp. 3
  • “Li Gora Qanûna Yehowa Bimeşe”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Li Gora Qanûna Yehowa Bimeşe”
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
mwb16 Îlon rûp. 3

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 119

“Li Gora Qanûna Yehowa Bimeşe”

Seva ku li gora qanûna Yehowa bimeşin, em gerekê bi dil û can xwe li rêberiya Xwedê bigirin. Di Kitêba Pîrozda gelek meselên baş hene derheqa wan meriya, yên ku wek zebûrbêj xwe li qanûna Yehowa digirtin û itbariya xwe wî tanîn.

Zebûrbêj pê şiva xwe dimeşe

Hergê em li gora qanûna Xwedê bimeşin, em bi rastî bextewar bin

119:1-8

Yêşû kitêba gulomatkkirî dixûne

Yêşû bi kirên xwe da kifşê, ku tam baweriya xwe rêberiya Yehowa tîne. Ewî zanibû, ku wê bikaribûya bextewar û serfiraz bûya hergê bi dil û can îtbariya xwe Yehowa bianiya

Xebera Xwedê alî me dike mêrxas bin, seva ku peyketinada teyax kin

119:33-40

Yêremiya dua dike

Yêremiya derecên çetinda, îtbariya xwe Yehowa tanî û mêrxas bû. Ew pey hebûnê nediket û dîna wî timê li ser xizmetkirinê bû

Zanebûna rast ya Xebera Xwedê, alî me dike bê tirs xizmet kin

119:41-48

Pawllos Felîksê weliyêra mizgîniyê elam dike

Pawlos neditirsiya mizgîniya Xwedê hemûyara elam ke. Ewî bi mêrxasî Felîksê weliyêra mizgîniyê elam dikir, çimkî zanibû ku Yehowa alî wî bike.

Zebûrbêj pê şiva xwe dimeşe

Çi derecada ez dikarim yên dinênara mizgîniyê elam kim û bi vê yekê îtbariya xwe hindava Yehowa hê zêde bidime kifşê?

  • Mektebêda

  • Xebatêda

  • Malbetêda

  • Derecên dinda

Kitêba Zebûrda serê 119-da 176 rêz hene û ew serîke lape dirêj e. 22 parên vê serî hene. Her par destpêdibe bi herfekî ji elîfbe Îbranî. Çimkî elîfbe Îbranîda 22 herf in, lema jî di vê serîda 22 par in. Her parekêda 8 rêz hene. Û her yek ji wan 8 rêza jî destpêdibûn dîsa bi vî herfî bi kîjanî jî par destpêdibe. Ev yek alî xwendewana dikir, ku wan nivîsandina, hêsa bîra xweda xwey kin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin