KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb16 Îlon rûp. 8
  • Wedê hînkirinê Çi Nelazim e Bikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Wedê hînkirinê Çi Nelazim e Bikin
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
  • Têmên Mîna Wê
  • Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ewana Bêne Nixumandinê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Hêsa Hîn kin
    Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 2
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Ça Hînbûna Kitêba Pîroz Derbaz kin bi Saya Kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”
    Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
mwb16 Îlon rûp. 8

MÎNA ÎSA BIJÎN

Wedê Hînkirinê Çi Nelazim e Bikin

Ya Neşirkirî
Bira gelek xeber dide tevî merivî ku hîn dibe

Nelazim e Zef Xeber din: Nefikire wekî tu gerekê hemû tiştî şirowekî. Îsa, pirsa dida xebatê, seva ku alî meriva bike bifikirin û bigihîjine nihêrandina rast (Mt. 17:24-27). Bi saya pirsa, hînkirin dikare gelek hewas derbaz be û alî te bike têderxî hela şagirtê te çi fem dike û çi bawer dike (be 253 ¶3-4). Çaxê pirsa didî, sebir ke û hîviyê be, heta ku şagirt caba xwe bide. Hergê şagirt caba nerast dide, derbêra caba rast wîra nebêje. Lê pirsa bide xebatê seva ku alî wî bikî têmê fem ke û bikaribe caba rast bide (be 238 ¶1-2). Bixebite ku usa xeber dî, seva ku şagirt fikirên teze fem bike û qebûl ke (be 230 ¶4).

Gelek tişt derheqa vê yekê ku çima em kal-pîr dibin

Nelazim e Çetin kin: Dibek tu gelek tişt zanî derheqa têmayê ku hûn derbaz dibin. Lê nelazim e, carekêra hemû tiştî şagirtra gilî kî. (Yn. 16:12). Dîna wî bide fikirên ferz ya abzasê (be 226 ¶4-5). Çimkî hela hê înformasiyên hewas ku dersada têne dayînê, dikarin dîna şagirta ji fikirên ferz derbazî tişteke din kin (be 235 ¶3). Çaxê şagirt fikirên ferz fem kir, hingê dikarî derbazî abzasa din bî.

Bira gelek xeber dide derheqa têmayê û meriv dixelife

Nelazim e Lezkevin: Nêta me ev nîne ku zû-zû seriya derbaz kin, lê em dixwazin ku şagirt bi dil rastiyê qebûl kin (Lq. 24:32). Qewata Xebara Xwedê bide xebatê, dêmek dîna xwe bide li ser rêzên sereke di abzasêda (2 Kr. 10:4; Îbr. 4:12; be 144 ¶1-3). Meselên çetin nede xebatê (be 245 ¶2-4). Hilde hesab problêmên şagirt û usa jî hebandina wî, seva ku wedê derbazkirina hînkirinê, têmayê ku derbaz dibin, derecê wîva girêdî. Pirsên usa dikarî bidî: “Derheqa vê yekê tu çi difikirî?” “Ev yek çi me hîn dike derheqa Yehowa?” “Hergê tu li gura vê prînsîpa Kitêba Pîroz bijîy, tuyê çi karê bistînî?” (be 238 ¶3-5; 259 ¶1).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin