MÎNA ÎSA BIJÎN
“Miqatî Ciyên Hebandina Xwe Dibin”
Odên Civata me, ne ku tenê avayî ne, lê hê zêde; ev cî seva hebandinê ne, yên ku Yehowara hatine tesmîlkirinê. Çawa her kes ji me dikare tiştekî ji aliyê xweda bike, seva ku miqatî Oda Civatê be? Binihêre vîdêo “Miqatî Ciyên Hebandina Xwe Dibin”, û paşê pirsên jêrê şêwir kin.
Odên Civata bi çi nêtî hatine avakirinê?
Çima em gerekê Oda Civatê temiz xwey kin?
Kî miqatî temzaya Oda Civatê dibe?
Çima ferz e bêxofiya Oda Civatê xwey kin, û çi meselên bêxofiyê we di vîdêoyêda dît?
Çawa em dikarin bi qurbanên xwe, Yehowa hurmet-rûmet kin?