KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb17 Hezîran rûp. 8
  • Ji Belakirina Mizgînya Xêrê Lezet Bivîne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ji Belakirina Mizgînya Xêrê Lezet Bivîne
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
  • Têmên Mîna Wê
  • Mizgîniya Xêrê Ça Tê Belakirinê?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Şabûn: Hunur ku Em ji Xwedê Distînin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • “Herin Hemû Mileta Hîn kin”
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
mwb17 Hezîran rûp. 8

MÎNA ÎSA BIJÎN

Ji Belakirina Mizgînya Xêrê Lezet Bivîne

Tera qe çetin bû mizgînyê bela kî? Dibeke geleka ji me wê bêjin “belê”. Çima? Dibe ku mihala xweda em rastî merivên dilsar û bêtalaş tên, yan jî em ditirsin tevî merivên xerîb xeber din. Û hemikî ew hemû tişt dikare şabûna me bitemirîne. Em Xwedayê bextewarra xizmet dikin û ew dixwaze wekî em jî bextewar bin û bi şabûn wîra xizmet kin (Zeb. 100:2; 1 Tîmt. 1:11). Çi meniyên me hene wekî ji şixulê belakirina mizgîniyê lezet bivînin?

Ya pêşin, em mizgîniyê bela dikin, ya ku baweriya meriya qewî dike. Rast e roja îroyîn baweriya geleka tune, lê em bi saya “mizgîniya qenciyê” dilê meriya bi bawerbûne tije dikin (Îşa. 52:7). Lê mizgîniya xêrê ya Padşatiya Xwedê, dikare dilê me jî bi şabûnê tije ke. Pêşiya ku derkevî xizmetê, bifikire li ser wan kerema yên ku Padşatiya Xwedê wê bîne ser erdê.

Ya duda, mizgîniya xêrê kîjan ku em bela dikin, aliyê fîzîkîda û ruhanîda mera karê tîne. Meriv hîn dibin kirên xweye xirab bihêlin û jîyîna heta-hetayê qazanç kin (Îşa. 48:17, 18; Rom. 1:16). Bide hesabê xwe wekî tu xebatekî dikî û cabdariya te ew e ku bigerî meriya û wana xilaz kî. Rast e her kes wê nexwaze xilaz be, lê yeke em berdewam dikin digerin wan meriya yên ku dixwazin xilaz bin (Met. 10:11-14).

Ya sisya û lapî ferz ew e, ku belakirina mizgîniyê Yehowa hurmet dike. Ew pir qîmet dike xizmeta me (Îşa. 43:10; Îbrn. 6:10). Xêncî wê yekê Yehowa bi merdaniyê ruhê xweyî pîroz dide me, seva ku em evî şixulî bînin sêrî. Usa jî lavaya Yehowa bike, ku şabûnê bide te, çi ku heye berê ruhê pîroz (Gl. 5:22). Bi alîkariya wî em dikarin xemên xwe bidine alîkî û bi mêrxasî mizgîniyê bela kin (Kr.Şn. 4:31). Û hingê çi jî hebe, emê bikaribin ji xizmeta xwe lezetê bivînin (Hz. 3:3).

Belakirinê mizgîniyêda dikarî yan lezet bivînî

Tu bi çi dilî dixwazî xizmet kî? Ça tu dikarî şabûna dilê xwe xwey kî?

BINIHÊRE VÎDÊO “BI SAYA HÎNBÛNÊ Û FIKIRANDINÊ, ŞABÛN DÎSA KETE DILÊ MIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Hergê em her meh gelek siheta xizmet dikin, çima yeke ferz e timê xwe ruhanîda qewî kin?

  • Çida em gerekê çev bidine Mêrî?

  • Tu çi çax wede divînî, seva ku li ser Xebera Xwedê bifikirî?

  • Çi te xweş tê, çaxê tu mizgîniya Xwedê bela dikî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin