KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb17 Hezîran rûp. 7
  • Xwe li Normên Yehowayî Nav-Namûsiyê Bigire

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwe li Normên Yehowayî Nav-Namûsiyê Bigire
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
  • Têmên Mîna Wê
  • Çima Gerekê Dîna Xwe Bidin Kincxwekirin û Xemilandina Xwe?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Tu bi Kincxwekirina Xwe, Xwedê Rûmet Dikî?
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Dilê Te, Berbi Çi Te Dibe?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
  • Rêberiya Rast û Nerast: Bijartina ku Hûn Gerekê Bikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
mwb17 Hezîran rûp. 7

MÎNA ÎSA BIJÎN

Xwe li Normên Yehowayî Nav-Namûsiyê Bigire

Yehowa Xwedê seva meriya normên nav-namûsiyê kifş kir. Mesele li gora qirara Xwedê, zewac ev heye heleqetiya her-heyî orta mêr û jinda (Mt. 19:4-6, 9). Yehowa ceza dike hemû cûre bênamûsiyê (1 Kr. 6:9, 10). Ew hela hê prînsîpa dide me derheqa kincxwekirinê û xweçêkirinê, bi çi jî cimeta wî cude dibe (Qn.Dc. 22:5; 1 Tîm. 2:9, 10).

Roja îroyîn, gelek meriv normên Yehowa înkar dikin (Rm. 1:18-32). Ewana dihêlin ku nihêrandina meriya ya belabûyî li ser kincxwekirin, xweçêkirin û rabûn-rûniştandina wan hukum ke. Gelek meriv xwexa tiştên heramiyê dikin û sûcdar dikin wan, yên ku bi normên din dijîn (1 Pt. 4:3, 4).

Em Şedên Yehowa ne, lema jî em gerekê bi mêrxasî xwe li normên Yehowayî nav-namûsiyê bigirin (Rm. 12:9). Çi cûreyî? Em gerekê bi mêrxasî meriyara bidine kifşê, ku em xwe li wan tişta digirin, çi ku ber çevê Xwedê rast e. Û em xwexa jî gerekê nihêrandina rast jîyîna xweda xwey kin. Soz mesele, çaxê em dijbêrin ku kîjan kinca li xwe kin û çawa xwe bixemilînin, em dikarin ji xwe pirs kin: “Bijartina min normên Yehowa dide kifşê, yan ya vê dinyayê? Kincxwekirin û xweçêkirina min dide kifşê, ku ez bi rastî jî Mesîhî me yê ku xwe li normên Yehowa digire?” Lê çaxê em sînem yan bernamekê têlêvîziyonê dijbêrin, em dikarin pirsên usa bidine xwe: “Gelo Yehowa ev yek wê qebûl ke?” Ev sînem yan bername, normên nav-namûsiyêye kê pêşda dibe? Bijartina min ku çawa wede derbaz kim, dikare nihêrandina min hindava normên nav-namûsiyê sist ke? (Zb. 101:3). Yan ev yek dikare bibe kevirê likumandinê seva neferên mala min û merivên din?” (1 Kr. 10:31-33).

Gelo çima usa ferz e, ku em xwe li normên Yehowayî nav-namûsiyê bigirin? Îsa Mesîh wê zûtirekê hemû merivên zulm kuta ke (Hz. 9:4-7). Tenê ewên ku qirara Xwedê diqedînin, wê xilaz bin (1 Yn. 2:15-17). Werên em qewî xwe li normên Yehowa bigirin, çimkî merivên ku rabûn-rûniştandina meye baş temaşe dikin, wê bikaribin Xwedê hurmet kin (1 Pt. 2:11, 12).

Kulfet kinca xwera dijbêre

Bijartina mine kincxwekirinê û xweçêkirinê ça dikare eyan ke, wekî bi kîjan normên nav-namûsiyê ez dijîm?

BINIHÊRE VÎDÊO “BIBE DOSTÊ YEHOWA; MÊREK Û JINEK”, Û PAŞÊ WAN PIRSA ŞÊWIR KE:

  • Çima aqilayî ye bi normên Yehowa bijîn?

  • Çima dê-bav ji biçûktayê gerekê zarên xwe hîn kin derheqa normên Yehowayî nav-namûsiyê?

  • Çawa cahil û yên emirda mezin, dikarin alî meriya bikin ji qenciya Xwedê karê bistînin?

TU ÇI BÊJÎ, HERGÊ KESEK BÊJE . . .

  • “Nihêrandina te li ser homosêksûelantiyê çi cûreyî ye?”

  • “Nihêrandina Kitêba Pîroz li ser homosêksûelantiyê, modêrn nîne!”

  • “Merivên homosêksûel nikarin jîyîna xweye usa biguhêzin; ewana usa hatine bûyînê.”

(yp1 serê. 23; yp2 serê. 28)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin