KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb17 Kanûna Pêşin rûp. 5
  • Cûrê Nû ya bona Civatê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cûrê Nû ya bona Civatê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Giliyê We “Amîn” Qîmet Dike
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
mwb17 Kanûna Pêşin rûp. 5
Kitêba Metta bi onlayn ya bona hînbûnê û ya Welgerandina Dinya Teze

MÎNA ÎSA BIJÎN

Cûrê Nû ya bona Civatê

Destpêbûyî ji meha Çileyê sala 2018, li ser civata ku nava heftiyêda derbaz dibe wê zêde be elametiya lêkolînê û mêdîa ji onlayna: “Welgerandina Dinya Teze (nwtsty)” ya bona hînbûnê. Û firqî tune ev li ser zimanê te heye yan na. Ev elametî wê alî te bike ku wedê hazirbûna seva civatê, nihêrandina te daha zelal be. Lê hê ferz ew e, ku usa tê hê nêzîkî Bavê meyî Yehowa bî, ku usa me hiz dike!

ELAMETIYA LÊKOLÎNÊ

Nava vê elametiyê dikeve femkirina aliyê kûltûrê, jêografiyayê û zimanzaniyê, çi ku gelek rêzên Kitêba Pîrozva girêdayî ne.

Metta 12:20

FITÎLA KU DITEMIRE: Lempe ku li wan çaxa cem meriva hebû ji derdaneke axîn bû, yê ku bi bizira zeytûnê tije bû. Bizira zeytûnê, fitîla kitanêva derbaz dibû û nedihîşt ku agir bitemire. Gilî-gotina Yûnanî, “fitîla ku ditemire”, tê hesabê fîtîla ku dû dike, çimkî komir hê têda heye, lê xwexa agir îda vêdise yan ditemire. Pêxembertiya Îşaya 42:3, dide kifşê dilremiya Îsa; Îsa wê tu car nehêle ku baweriya merivên milûk û belengaz bitemire, yê ku wek fitîlê hine maya vêse.

Metta 26:13

Rastî: Xebera Yûnanî “a·menʹ”, û bi Îbranî “ʼa·menʹ” tê hesabê “wê hema usa jî bibe” yan “hemikî”. Îsa gelek car ev xeber dida xebatê, seva ku bide kifşê rastiya giliyên xwe, soz yan pêxembertiya xwe. Giliyê Îsa, “rastî” yan amîn, bi rastî jî edebyetên pîrozda, tişteke mûhîm bûn. Çaxê Ewî, nema Yûhennada çend cara diwekiland xebera (a·menʹ a·menʹ), ev giliyê Wî têne welgerandinê ça “rʹast bê xêlif” (Yn. 1:51).

MÊDÎA

Şikil, sifet û vîdêoyên bêdeng eyan dikin cûre-cûre tiştên biçûk ji Kitêba Pîroz.

Beytfac, Çiyayê Zeytûnê û Orşelîm

Di vê vîdêoyêda tê nîşankirinê rê ku çawa bigihîjine Orşelîmê ji rohilata gund yê ku îro eyan e ça Tûr. Dibêjin ku ev cî heye Beytfacê, derheqa kîjanî ku di Kitêba Pîrozda tê gotinê, û yê ku ciyê bilind bû li ser Çiyayê Zeytûnê. Beytanya ber Betfacê aliyê rohilatê ye, û ev li ser Çiyaê Zeytûnê berjêra rohilatê ye. Li Orşelîmê, Îsa tevî şagirtên xwe bi edetî şev li Beytanyayê derbaz kirin. Îro ev cî eyan e ça şehera el-Azariyeh (El ʽEizariya) û bi Erebî ev nav tê welgerandinê “Ciyê Lazar”. Bêşik Îsa li mala Lazar, Mertayê û Meryemêda ma ku şeva xwe derbaz ke (Mt. 21:17; Mq. 11:11; Lq. 21:37; Yn. 11:1). Çaxê Îsa ji mala wan diçû Orşelîmê, diqewime ew wê rêra derbaz dibû çawa ku vê vîdêoyêda tê nîşankirinê. Li 9 Nîsanê, sala 33 D.M. Îsa ji Çiyayê Zeytûnê li ser ceşikê siyar  bibû û dihate Orşelîmê. Ew dikaribû ji Beytanyayê vê rêra bihata Orşelîmê.

Riya ku diqewime Îsa ji Beytanyayê diçû Orşelîmê
  1. Riya ji Beytanyayê heta Beytfacê

  2. Beytfac

  3. Çîyayê Zeytûnê

  4. Newala Qidronê

  5. Çiyayê Perestgehê

Mix li Hestûyê Penî

Hestiyê peniyê meriv yê mixkirî

Ev heye şikila hestû yê peniyê meriv. Ev bi mixa hesin mixkirî bû, dirêjaya kîjanî ku 11.5 sm. Ev orîjînal e û di sala 1968-da arxêologa ev dîtin wedê kolandina Orşelîma Bakurê, û ev usa jî digihîje wedê Romaya. Ev îzbat dike ku mixên vî cûreyî didane xebatê, seva ku meriya bikujin û bikaribin stûna darva mix kin. Ev mix diqewime anegorî wan mixa bû, yên ku eskerên Romaya didane xebatê, seva ku Îsa Mesîh stûnva mix kin. Ev mix hatibûn dîtinê qutiyên kevirda, navê kîjanî ku osûariya ye. Li wan qutiyada hestûyên ziha ya meriyên mirî xwey dikirin. Wan hestiya hingê dikirine qutiya, çaxê goştê meriya dirêziya û tenê hestû dima. Ev nîşan dike, wekî çima kesê ku li ser stûn dikuştin, dikaribûn defin kirana (Mt. 27:35).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin