MÎNA ÎSA BIJÎN
Mesîhiyên Rast bi Hizkirinê Eyan Dibin; Xwehiziyê Înkar kin û Hêrs Nebin
EV YEK ÇIMA FERZ E: Îsa got ku şagirtên wî wê bi hizkirinê bêne eyankirinê (Yn. 13:34, 35). Seva ku mîna Îsa hizkirina xwe bidine kifşê, em gerekê bona halxweşiya merivên din xem bikin û hêrs nekevin (1 Kr. 13:5).
ÇAWA BIKIN:
Çaxê kesek tiştek bi hêrs got yan kir, bisekine û bifikire hela çi bû menî ku ew meriv hêrs ket, û wê çi be hergê tu jî hêrs kevî (Mtl. 19:11).
Bîrneke wekî em gişk jî gunekar in û carna em dibêjin yan dikin tiştên usa, seva çi jî paşê poşman dibin
Çetinaya derbêra safî ke
VÊXE VÎDÊO “HEVDU HIZ BIKIN; XWEHIZIYÊ ÎNKAR KIN Û HÊRS NEBIN”, Û PAŞÊ WAN PIRSA ŞÊWIR KIN:
Çawa Mîro ser giliyên Ûsiv xwe kifş kir?
Çawa ev yek ku Ûsiv fikirî, alî wî kir hêrs nekeve?
Çawa caba merîfet ku Ûsiv da, derecê sivik kir?
Çaxê kesek hêrsa me radike û em xwe digirin, çawa usa em dikarin karê civatêra bînin?