MÎNA ÎSA BIJÎN
Mesîhiyên Rast bi Hizkirinê Eyan Dibin; Rastiyêra Şa bin
EV YEK ÇIMA FERZ E: Mîna Îsa em gerekê rastiyê derheqa qirara Xwedê bela kin (Yn. 18:37). Em usa jî gerekê rastiyêra şabin û rastiyê xeber din. Xêncî wê yekê em dijîn dinyayêda, yê ku bi nerastiyê û neheqiyê tije ye, lê dîsa jî em xwe li tiştên rast digirin (1 Kr. 13:6; Flp. 4:8).
ÇAWA BIKIN:
Fesal be, wekî gevestiyê nekî û nejî guh bidî (1 Ts. 4:11).
Kul-derdên yên dinra şa nebe
Lezetê bivîne ji tiştên baş, ku hêlanê didin
BINIHÊRE VÎDÊO “HEVDU HIZ BIKIN; KÎNÊ NEJON”; NEHEQIYÊRA ŞA NEBIN, LÊ RASTIYÊRA ŞA BIN, Û PAŞÊ WAN PIRSA ŞÊWIRKIN:
Çi cûreyî Nazê nerastiyêra şa dibû?
Çi cûreyî Eyşê xeberdana xwe tevî Nazê aliyê rastda guhast?
Em derheqa kîjan hine tiştên baş dikarin xeber din?
Nerastiyêra şa nebe, lê rastiyêra şa be