MÎNA ÎSA BIJÎN
Tu Hunurên Yehowayî ne Eyan Divînî?
Çaxê tu dîna xwe didî kulîrkên bi reng-rengî, ezmanê bi steyrka tije, yan guregura avê, tu wan tiştada dikarî xeyset-hunurên Efirandar bivînî? Efrînên dor-berê me eşkere eyan dikin hunurên Yehowa (Rm. 1:20). Çaxê em disekinin û difikirin ser wan tişta, çi ku bi çevê xwe divînin, usa em dikarin têderxin qewat, hizkirin, bîlanî, heqî û merdaniya Xwedê (Zb. 104:24).
Tu kîjan çêkirinên destê Yehowa her roj divînî? Hergê tu hela hê bajarêda jî dijîyî, tu dikarî dîna xwe bidî çivîk û baxa. Gava em ser wan tişta difikirin, ev yek alî me dike xemgîniya dilê xwe kêm kin, dîna xwe bidine tiştên herî ferz û baweriya xwe hindava Yehowa hê bişidînin, wekî ew bikaribe heta-hetayê bona me xem bike (Mt. 6:25-32). Hergê zarên te hene, alî wan bike, wekî bivînin xeyset-hunurên Yehowa. Usa razîbûna te bona efrînên dor-berê te wê diha zêde be, û tuyê hê nêzîkî Efirandar bî (Zb. 8:3, 4).
BINIHÊRE VÎDÊO “TEBYET, YEHOWA HURMET-RÛMET DIKE; ŞEWQ Û RENG”. PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Çi cûreyî pîgmênt alî me dikin, renga bivînin?
Çi dibe menî, ku gelek reng pêşda tên?
Çima carna rengê ezman tê guhastinê?
Kîjan cûrê rengên geş, tu dor-berê mala xwe divînî?
Çima em gerekê wede veqetînin, seva ku rind dîna xwe bidine tebiyetê?
Şewq û reng, derheqa xeyset-hunurên Yehowa, çi mera eyan dikin?