MÎNA ÎSA BIJÎN
Hînbûna Ruhanî Bistîne
EV YEK ÇIMA FERZ E: Mamosteyî Mezin, dêmek Yehowa, hînbûneke herî baş dide me. Ew me hîn dike, ku çawa jîyîna xwe bextewar kin û hazir bin bona axiriya pir baş. Him jî mera nelazim e heqê vê hînbûnê bidin (Îş. 11:6-9; 30:20, 21; Ent. 22:17). Dikeve nava vê hînbûnê usa jî temiya Yehowa, wekî mizgîniya xêrê ya ku jîyînê xilaz dike, meriyara eyan kin (2 Kr. 3:5).
ÇAWA BIKIN:
Milûktiyê nav xweda pêşda bîne (Zb. 25:8, 9).
Qewatê bide xebatê, wekî bistînî hînbûna ji Yehowa, kîjan ku ew ser civatê bi saya dersa, dide me.
Nêtên ruhanî dayne pêşiya xwe (Flp. 3:13).
Hazir be hine tişt qurban kî, seva ku evê hînbûnê bistînî (Flp. 3:8).
BINIHÊRE VÎDÊO “JI YEHOWA KEREMÊN RUHANÎ DISTÎNIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Hine xizmetkar rastî kîjan çetinaya hatin, seva ku derbaz bin Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê?
Çida kêrhatî ye Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê?
Çawa endemên civatê alîkariyê dane wan, kî ku kifşkirina teze standine?
Çi tê dewakirinê ji wan xûşk-bira, kî ku dixwaze derbaz be Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê? (kr 189)
Teşkîleta Yehowada tu dikarî dîsa kîjan hînbûnê bistînî?
Tuyê çi kerema qazanç kî hergê hînbûna ruhanî bistînî?