FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 KORINTÎ 4-6
“Em Venakişin”
Bide ber çevê xwe du malbet avaîke kevinda dijîn, kîderê ku bona jîyînê halekî nebaş e. Malbetek gelek dilteng e ji bo halekî usa. Lê ecêbmayî ye, wekî malbeta din timê bextewar e. Gelo ji bo çi? Çimkî, malbeta duda, zûtirekê wê derbazî avaîke nû be.
Rast e “hemû efirîn heta niha bi hevra dikine zare-zar”, lê hêviya xizmetkarên Xwedê heye, ya ku berdiliyê dide wan (Rm. 8:22). Em zanin ku hemû çerçirandinên, ku ji dewrên berê zemetê didine meriya, wedelû ne. Çimkî Xwedê dinya teze soz dide. Çaxê dîna me ser keremên Padşatiya Xwedê ye, ev yek alî me dike bextewar bin û venekişin.