FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | EYANTÎ 10-12
Du Şede Hatine Kuştinê û Hatine Saxkirinê
11:3-11
“Du şede”: Koma biçûk ya birên bi ruh kifşkirî, kîjan ku rêberî hildane ser xwe, gava Padşatiya Xwedê sala 1914-da hate sazkirinê
“Hatine kuştinê”: Ewana sê sal û nîva, “kurx xwekirî” bûn û dannasîn dikirin, paşê ça bêjî hatibûn “kuştinê”, çaxê ewana ketine kelê û şixulê dannasînkirinê dane sekinandinê
“Hatine saxkirinê”: Xilaziya sê roj nîvê sîmbolîk, ewana hatine saxkirinê, bi wê yekê ku ji kelê aza bûn û dîsa şixulê dannasînkirinêda rêberî hildane ser xwe