MÎNA ÎSA BIJÎN
Hîn be Wekî Di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Serwaxt be
EV YEK ÇIMA FERZ E: Yên bi ruh kifşkirî û pezên din, her merivekî teglîf dikin, wekî “ava jiyînê . . . bêheq bistîne” (Ent. 22:17). Ev ava sîmbolîk tê hesabê hemû tiştên ku Yehowa dide, seva meriya ji gune û mirinê aza ke. Seva ku em alî wan meriva bikin, kîjan ku qewî edet û hînkirinên rêlîgiyava girêdayî ne, em gerekê “Mizgîniya . . . heta-hetayê” usa wanara bêjin, ku dilê wan bigire (Ent. 14:6).
ÇAWA BIKIN:
Bijbêre têma û rêzeke usa, ku dilê merivên mihala te bigire. Tu dikarî cûrê belakirina mizgîniyê ya usa bijbêrî, çi ku wê kêrhatî be. Kîjan têma û rêz diha kêrhatî ne? Diqewime deng-besên usa tu dikarî bidî xebatê, seva çi jî meriv xemgîn dibin. Gelo kîjan têma wê hewas bin bona mêr yan jina?
Xeberdana xwe bi slavê destpêke û li gora edetê mihala xwe bike (2 Kr. 6:3, 4).
Rind bizanibe wan edebyet û vîdêoya, kîjana didî xebatê wedê xizmetiyê, seva meriya hîn kî
Elametiya ku merivara dibêjî, xwera bide kişandinê ser wî zimanî, ser kîjanî ku mihala teda meriv xeber didin
Têma xwe li gora hewcên xweyê malê hazir ke (1 Kr. 9:19-23). Mesele, tê çi bêjî hergê pêbihesî, ku xweyê malê wan paşwextiya merivê xweyî nêzîk unda kiriye?
BINIHÊRE VÎDÊO Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Xizmetkar bi kîjan têmayê xeberdanê destpêdike, seva ku tevî xweyê malê şêwir ke?
Jîyîna xweyê malêda çi qewimiye?
Vê derecêda wê kîjan rêz diha kêrhatî be û çima?
Tu ça dikarî pêşanîna xwe usa biguhêzî, ku merivên mihala tera hewas be?