MÎNA ÎSA BIJÎN
Tu Çi Karê Distînî ji Broşûra “Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin?”
Te xwera kiriye xeyset her roj bixûnî biroşûra “Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin”? Hergê na, wê baş be ser xwe bixebitî ku vê yekê xwera bikî xeyset. Geleka xwera kiriye xeyset şebeqa ev bixûnin û lêkolîn kin. Bi saya vê yekê, ewana dikarin evê şîretê nava rojêda bidine xebatê (Yêş. 1:8; Zb. 119:97). Tu ça dikarî hê zêde karê bistînî ji xwendina vê broşûrê? Bixûne kontêksta vê rêza ji Kitêba Pîroz, wekî nêta vê hê rind fem bikî. Bifikire derheqa vê derecê ya ku ji Kitêba Pîroz dixûnî, seva ku vê prînsîpê têderxî, kîjana ku têksta rojêda nivîsar e. Hergê tu bihêlî, wekî Xebera Xwedê ser te hukum be, evê rêberiya te bike û tuyê kerema bistînî (Zb. 119:105).
Endemên Beytelê ser temamiya dinê, şebeqa şêwir dikin “Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin”. Van salên paşin hine vîdêoyên vî cûreyî ser JW Brodkastîng di BERNAMA RUHANÎDA hatine danînê. Van paşwextiya te kengê dîna xwe daye hinek ji van vîdêoya? Diqewime hinek ji van xût bona dereca te bûn. Mesele, serhatiya derheqa Lût çi cûreyî ser safîkirinên te hukum bûn?
BINIHÊRIN VÎDÊO “DINYAYÊ HIZ NEKIN” (1 YN. 2:15), Û PAŞÊ CABA VAN PIRSA BIDIN:
Kîjan prînsîpa Kitêba Pîroz hîmê vê Bernama Şebeqê ye?
Serhatiya Lût çawa nîşan dike, ku çiqas xof e hiz bikin vê diniyayê û hemû tiştên ku vêda nin? (Dsp. 13:12; 14:12; 19:3, 12, 13, 24-26)
Çi cûreyî em didine kifşê, wekî Yehowa hiz dikin, ne ku vê dinyayê û hemû tiştên ku vêda nin?
Çi cûreyî ez jîyîna xweye herrojîda didime kifşê, wekî Xebera Yehowa qîmet dikim?