MÎNA ÎSA BIJÎN
Mîna Ûsiv ji Bênamûsiyê Birevin
Mesela Ûsiv alî me dike, wekî ji bênamûsiyê birevin. Her car jina Potîfar zorê Ûsiv dikir, ku serê xwe pêra dayne (Dsp. 39:7-10). Ewî got: “Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim?”. Bi van giliya Ûsiv da kifşê, ku rind fem dike nihêrandina Yehowa ser bênamûsiyê. Lê çaxê îda derece giran bû, Ûsiv derbêra ji wê revî û nekete ber bayê wê (Dsp. 39:12; 1 Kr. 6:18).
BINIHÊRIN VÎDÊO “JI BÊNAMÛSIYÊ BIREVIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Cîm rastî çi derecê hat?
Çaxê Mî-Kîongê xwest ku Cîm dersada alî wê bike, ewî çi pirs da xwe?
Çawa xwestina Mî-Kîongê ser Cîm hukum bû?
Cîm çawa alîkarî stand?
Cîm çi kir ku ji bênamûsiyê bireve?
Ji vê vîdêo tu çi hîn bûyî?