MÎNA ÎSA BIJÎN
Yehowa Cimeta Xwe Diparêze
Cejina Derbazbûnêye pêşin qewimandineke gelek ferz bû. Vê şevê, çaxê Firewin pêhesiya, wekî nixuriyê wî mir, ewî gote Mûsa: “Rabin ji nav cimeta min derkevin herin, hûn jî zarêd Îsraêl jî, herin Xudanra xulamtîyê bikin çawa we got” (Drk. 12:31). Yehowa da kifşê, wekî ew timê cimeta xwe diparêze.
Wedê meda jî eşkere tê kifşê, wekî Yehowa rêberiyê cimeta xwe dike û wana diparêze. Ev yek tê kifşê mûzêya meye ofîsa serekeda, navê kîjanê ye: “Cimeta ku Navê Yehowa Hilda ser Xwe”.
BINIHÊRIN VÎDÊO “MÛZÊYA WORWÎKÊ: ‘CIMETA KU NAVÊ YEHOWA HILDA SER XWE’”, Û CABA WAN PIRSA BIDIN:
Destpêbûyî ji sala 1914 Lêkolînkarên Kitêba Pîroz kîjan haceta modêrn dane xebatê, wekî baweriya meriva hindava Kitêba Pîroz qewî kin, û evê yekê çi kar anî?
Ewana rastî kîjan cêribandina hatin sala 1916 û 1918-da, û çi da kifşê wekî Yehowa rêberiyê teşkîleta xwe dike?
Cimeta Yehowa ça peyketinada jî baweriya xwe qewî xweyî dikirin?
Cimeta Yehowa sala 1935-da, derheqa kîjan femkirina teze pêhesiyan û ev yek çawa li ser wan hukum bû?
Hergê tu çûyî ser êkskûrsiyayê mûzêya ofîsa serekeda yan jî mûzêya fîlîala mihala xweda, xût çi baweriya te qewî kir, ku Yehowa rêberiyê cimeta xwe dike û wana diparêze?