7-13 Îlonê
DERKETIN 23-24
Kilama 34 û Dua
Pêşxeber (deqek)
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ
“Pey Piraniyêva Neçe”: (10 deqe)
Drk. 23:1: Elametiya qelp bela neke (w18.08 4 ¶7-8)
Drk. 23:2: Nekeve ber bayê merivên ku xirabiyê dikin (it-1 11 ¶3)
Drk. 23:3: Firqiyê neke orta meriva (it-1 343 ¶5)
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin: (10 deqe)
Drk. 23:9: Yehowa ça Îsraêlî hêlan dikirin, wekî dilşewat bin (w16.10 9 ¶4)
Drk. 23:20, 21: Çi îzbat dike, wekî ew melek, derheqa kîjanî ku vira tê gotinê, Mixayîl e? (it-2 393)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, te kîjan fikirên qîmet seva xwe dît derheqa Yehowa, xizmetiyê, yan jî tiştekî din?
Xwendina Kitêba Pîroz: (4 deqe yan hê kêm) Drk. 23:1-19 (th dersa 5)
XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN
Serlêdana Pêşin pê Vîdêo: (4 deqe) Şêwirkirin. Vêxe vîdêo, û paşê pirsa bide guhdara: Xizmetkar ça karibû xeberdanê berdewam ke, çaxê xweyê malê caba nerast da? Xizmetkar ça karibû bide xebatê jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya № 3, sala 2020?
Serlêdana Pêşin: (3 deqe yan hê kêm) Destpêke bi cûrê belakirina mizgîniyê. Paşê xweyê malêra vêxe vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” (nelazim e vîdêo vêxî) (th dersa 1)
Gotar: (5 deqe yan hê kêm) w16.05 30-31: Têma: Çi dikare alî Mesîhiya bike ku safî kin, hela îzin heye pêşkêşa yan pera bidine xizmetkarên dewletê? (th dersa 14)
MÎNA ÎSA BIJÎN
“Fesal be ku Elametiya Qelp Bela Nekî”: (15 deqe) Şêwirkirin. Vêxe vîdêo, “Gevestî Çawa Bidine Sekinandinê?”
Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda: (30 deqe yan hê kêm) jy serê 131
Xeberên Xilaziyê (3 deqe yan hê kêm)
Kilama 145 û Dua