MÎNA ÎSA BIJÎN
Zewaca Xwe Biparêze
Yehowa sozê zewacê ku mêr û jin hevra didin, ferz hesab dike. Yehowa gotibû, wekî jin û mêr gerekê hev neqetin (Mt. 19:5, 6). Nava xizmetkarên Xwedêda gelek zewacên bextewar hene. Hemikî zewaca usa tune, kîjanêda qe problêm tune bin. Lê em gerekê mîna merivên vê dinyayê nefikirin, wekî jîyîna ji hev başqe û hevqetandin hemû problêmên jin-mêra safî dike. Gelo Mesîhiyên zewicî çawa dikarin zewaca xwe biparêzin?
Were em dîna xwe bidine pênc şîreta.
- Dilê xwe biparêze, dêmek xwe ji flîrtê û ji wedederbazkirinên bênamûsî dûr bigire, çimkî ev dikarin heleqetiya we sist kin (Mt. 5:28; 2 Pt. 2:14). 
- Dostiya xwe tevî Xwedê qewî ke û bal xwe xwestinê pêşda bîne, wekî pê zewaca xwe dilê wî şa kî (Zb. 97:10). 
- Berdewam ke merivekî nû li xwe bike û hela hê tiştên biçûkda jî qenciyê bike, çi ku wê jîyîna hevalparê te bextewar ke (Kl. 3:8-10, 12-14). 
- Bira xeberdana te tevî hevalzewacê te, bi qedir û merîfet be (Kl. 4:6). 
- Borcê xweyî zewacê bi hizkirinê bîne sêrî (1 Kr. 7:3, 4; 10:24). 
Çaxê Mesîhî hindava zewacêda bi qedir in, usa ewana qedirê Sazkarê zewacê digirin, dêmek Yehowa.
BINIHÊRIN VÎDÊO “EM GEREKÊ BI SEBIR BIREVIN; XWE LI GORA QEYDÊN LECÊ BIGIRIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
- Destpêkêda diqewime zewacêda her tişt baş be, lê dîsa jî çi çetinayî dikarin pêşda bên? 
- Çawa prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî wan bikin, yên ku zewacêda bextewar nînin? 
- Prînsîpên Kitêba Pîroz bide xebatê, seva ku zewaca te bextewar be - Yehowa çi qeyde bona zewacê kifş kirine? 
- Seva ku zewac bextewar be, jin û mêr çi gerekê bikin?