MÎNA ÎSA BIJÎN
Bi Bîlaniyê Xwera Hevala Bijbêre
Ew çi ku deşta Mowabêda hate serê Îsraêliya ders e bona Mesîhiya (1 Kr. 10:6, 8, 11). Îsraêliyên ku destpêkirin tevî jinên Mowabiye bênamûs û pûtparist hevaltiyê bikin, paşê gunê giran kirin. Ewê yekê axiriya giran pey xwe anî (Jm. 25:9). Der-dorê me gelek merivên usa hene, kîjan ku Yehowa nahebînin, mesele hevalxebatçî, hevaldersxan, cînar, bira-pismam û yên din. Lê ev serhatiya ji Kitêba Pîroz çi me hîn dike derheqa hevaltiya nêzîk tevî merivên ku Yehowa nahebînin?
BINIHÊRIN VÎDÊO “DERSÊN KÊRHATÎ BONA XIZMETKARÊN ÎROYÎN; PAREK” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Zîmrî û yên din kîjan fikirên nerast digotine Yamîn?
Çawa Pînhas alî Yamîn kir ku rast ser tişta binihêre?
Çi firqî heye orta heleqetiya baş û hevaltiya nêzîk tevî merivên ku Xwedê nahebînin?
Çima em gerekê hela hê civatêda jî fesal hevala xwera bijbêrin?
Çima em gerekê malperên sosîalda xwe ji xeberdana tevî merivên nenas dûr bigirin?