KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb22 Gulan rûp. 11
  • Xwestinên Xwe Kontrol ke

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwestinên Xwe Kontrol ke
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
mwb22 Gulan rûp. 11

MÎNA ÎSA BIJÎN

Xwestinên Xwe Kontrol ke

Em merivne gunekar in, lema jî gerekê em fesal bin û xwestinên xwe kontrol kin. Heger em îzinê bidine xwestinên xweye nerast wekî dilê meda şîn bin û me kontrol kin, emê qebûlkirina Yehowa unda kin. Mesele, hine meriv pey xwarinê, kinca û cî-sitarê dikevin û hizkirina wan hindava Xwedê sar dibe. Hinek jî, pey xwestinên xweye sêksûalî dikevin, û bi vê yekê prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin (Rm. 1:26, 27). Lê yên din jî dikevin ber bayê meriva û çev didine kirên wane xirab, seva ku wana xweş bên (Drk. 23:2).

Em ça dikarin xwestinên xwe zeft kin? Em gerekê hemû tiştî bikin, wekî dîna me ser tiştên ruhanî be (Mt. 4:4). Em usa jî gerekê ji Yehowa lava kin, wekî alî me bike xwestinên xwe kontrol kin. Gelo çira? Çimkî ew diha rind zane, ku çi bona me lapî baş e û zane ça alî me bike (Zb. 145:16).

BINIHÊRIN VÎDÊO “ÎZIN NEDE KU CIXARE EMIRÊ TE PÛÇ KE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Derece ji vîdêo “Îzin Nede ku Cixare Emirê Te Pûç ke.“ Merivên neqişkirî rêz kirî ne û cixarê dikişînin.

    Çira hine meriv cixarê dikişînin?

  • Derece ji vîdêo “Îzin Nede ku Cixare Emirê Te Pûç ke.“ Du pişik qayîm dukuxin.

    Cixare çida dikare zirarê bide te?

  • Derece ji vîdêo “Îzin Nede ku Cixare Emirê Te Pûç ke.“ Bîznêsmênekî kompanya cixarê dixwaze pê torê keçikekê bigire.

    Çira nerast e cixare û usa jî cixarên elektronîk bidine xebatê? (2 Kr. 7:1)

  • Derece ji vîdêo “Îzin Nede ku Cixare Emirê Te Pûç ke.“ Keçikek ser banî sekiniye û tev û ezmanê zelal dinihêre.

    Tu dikarî nekevî ber bayê xwestina cixarekişandinê!

    Tu ça dikarî nekevî telika cixarê, yan jî heger îda dikişînî, terka vê bidî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin