KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb24 Çile rûp. 4-5
  • 15-21 Çileyê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 15-21 Çileyê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
mwb24 Çile rûp. 4-5

15-21 ÇILEYÊ

ÎBO 36-37

Kilama 147 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Çira Tu Dikarî Îtbariya Xwe Sozê Xwedê Derheqa Emirê Heta-Hetayê Bînî?

(10 deqe)

Yehowa xwexa jî heta-hetayê dijî (Îb. 36:26; w15 1/10 13 ¶1-2)

Bîlanî û qewata Yehowa heye, ku emirê heta-hetayê bide me (Îb. 36:27, 28; w20.05 22 ¶6)

Yehowa me hîn dike, ku ça emirê heta-hetayê qazanc kin (Îb. 36:4, 22; Yn. 17:3)


Baweriya qewî hindava sozên Xwedê derheqa emirê heta-hetayê, alî me dike çetinayada sebir kin (Îbr. 6:19; w22.10 28 ¶16).

Meriv cinetêda şa dibin. Zar tevî şêr dilîzin, jinik sela bi sebza tije destê xweda girtiye, du cotên zewicî baxçeda dixebitin û lezetê distînin.

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Îb. 37:20—Wedê berê înformasiya çawa bela dibû? (it-1 492)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 12:31-46 (th dersa 2)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN (lmd dersa 3, abzasa 3).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) MAL BI MAL (lmd dersa 2, abzasa 5).

6. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke

(5 deqe) Gotar. ijwfq 57 ¶5-15—Têma: Çira Şedên Yehowa Wedê Holokostê Rastî Peyketina Dihatin? (th dersa 18)

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 49

7. Hazir bin bona Derecên usa, Gava Alîkariya Mêdîsînayê Yan jî Opêrasiya Lazim be

(15 deqe) Şêwirkirin. Rûspî gerekê derbaz ke.

Teşkîleta Yehowa hacetên usa dide me, kîjan ku alî me dikin gura Qanûna Xwedê derheqa xûnê bikin (Kr.Şn. 15:28, 29). Tu wan haceta didî xebatê?

Blanka Xûnê (DPA) û Karta Xûnê bona Zara (ic): Ev kart didine kifşê xwestina kesê nexweş derheqa xebitandina xûnê mêdîsînayêda. Xizmetkarên nixumandî wan blanka dikarin cem wî birayî hildin, yê ku bona edebyeta cabdar e. Ev blank gerekê timê bal me be. Hergê hûn gerekê evê blankê tije kin, yan jî înformasiya têda teze kin, vê yekê paş nexin.

Înformasiya bona Kulfetên Hemle (S-401) û Înformasiya bona Wan, Kêra Opêrasiya û/yan Kîmyatêrapîya Lazim e (S-407): Ev dokûmênt alî me dikin diha baş hazir bin bona derecên mêdîsînayêva girêdayî, dêmek usa jî pirsên xûnêva girêdayî. Hergê tu hemle yî, hewcê opêrasiya yan jî kîmyatêrapîyayê yî, van blanka ji rûspiya bixwaze.

Komîtêya Hevkariya Nexweşxana (HLC): Endemên vê komîtêyê rûspiyên cêribandî ne, yên ku hatine hînkirinê, wekî înformasiya derheqa xûnê bidine doxdira û xizmetkarên civatê. Ewana dikarin tevî doxdirê we derheqa wan mêtodên qenckirinê xeber din, kîjanada xûn nayê xebitandinê. Hergê lazim be, ewana dikarin doxdirekî usa bivînin, yê ku qedirê nihêrandina we digire. Ew bira rojê 24 siheta, heftiyêda 7 roja hazir in alîkariyê bidine we. Hergê hûn bikevine dereceke usa, ku gerekê bikevine nexweşxanê, hewcê opêrasiyayê ne, yan jî gerekê kîmyayê bikin, derbêra tevî bira têklî bin, hela hê hingê jî, hergê hûn difikirin wekî berîdayîna xûnê wê wera nelazim be. Ferz e ku jinên hemle jî vê yekê bikin. Hergê wera alîkarî lazim be, ji rûspîkî pêbihesin ku ça tevî birên ji Komîtêya Hevkariya Nexweşxana, têklî bin.

Vêxe VÎDÊO Komîtêyên Hevkariya Nexweşxana—Ça Ewana Alîkariyê Didin? Paşê pirs bide guhdara:

Komîtêya Hevkariya Nexweşxana ça dikare alî we bike, hergê hûn hewcê mêdîsînayê, yan jî opêrasiyayê bin?

WE XWE HAZIR KIRIYE?

Gava nişkêva alîkariya hekîma wera lazim be û pirsa derheqa berîdayîna xûnê pêşda bê,

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 4, abzasa ¶9-12, çargoşe ser rûp. 34

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 67 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin