KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb24 Adar rûp. 9-16
  • 1-7 Nîsanê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 1-7 Nîsanê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
mwb24 Adar rûp. 9-16

1-7 NÎSANÊ

ZEBÛR 23-25

Kilama 4 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. “Xudan Şivanê Min e”

(10 deqe)

Yehowa rêberiya me dike (Zb. 23:1-3; w11 1/5 31 ¶3)

Yehowa me diparêze (Zb. 23:4; w11 1/5 31 ¶4)

Yehowa me têr dike (Zb. 23:5; w11 1/5 31 ¶5)

Şivan bexek girtiye destê xwe û pêra şa dibe.

Yehowa bona xizmetkarên xwe usa xem dike, çawa ku şivanê dilovan bona berxên xwe xem dike.

PIRSÊ BIDE XWE: “Yehowa ça xût bona min xem dike?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 23:3—Çi tê hesabê “şiverîyên rastîyêda” bimeşin û çi wê alî me bike xwe vê yekê bigirin? (w11 15/2 24 ¶1-3)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 17:1-15 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Rêzeke ji Kitêba Pîroz bixûne, wekî berdiliyê bidî wî merivî, yê ku bona tebiyetê ber xwe dikeve (lmd dersa 2, abzasa 5).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) MAL BI MAL. Wî merivîra, yê ku broşûra Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! hildaye, nîşan ke ku ça hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibe (lmd dersa 9, abzasa 3).

6. Şagirta Hazir kin

(5 deqe) lff dersa 14, abzasa 4 (lmd dersa 11, abzasa 3).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 54

7. Em Dengê Yê Xerîb Înkar Dikin

(15 deqe) Şêwirkirin.

Şivan û kesekî xerîb gazî keriyê pêz dikin. Pez guh didine şivanê xwe û pey wî diçin.

Pez heywanên usa nin, ku dengê şivanê xwe nas dikin û pey wî diçin. Lê çaxê ewana dengekî xerîb dibihên, ewana dihêlin direvin (Yn. 10:5). Hema bi vî cûreyî, em guh didine Yehowa û Îsa, yên ku Şivanên meye ruhaniye dilovan û bi îtbar in (Zb. 23:1; Yn. 10:11). Lê dengê xerîba em înkar dikin, yên ku dixwazin bi derewên xwe, baweriya me sist kin (2 Pt. 2:1, 3).

Kitêba Destpêbûn serê sisiyada tê gotinê, ku kengê cara pêşin dengekî xerîb ser erdê hate bihîstinê. Mîrê-cina Hêwa xapand û negot, ku ew bi rastî kê ye. Ewî xwe dewsa xêrxwazekî danî, gilî û nêtên Yehowa kire bin şikê. Sed heyf Hêwayê guh da wî, ji bo çi jî kul-derdên mezin anî ser xwe û malbeta xwe.

Îro Mîrê-cina her tiştî dike, wekî derheqa Yehowa û teşkîleta wî, înformasiya nêgatîv, yan jî ya ne bi temamî rast bela ke. Çaxê em dengekî nenas dibihên, em gerekê derbêra birevin! Ev yek jî xof e, gava mera hewas e hema tiştekî biçûk derheqa vê yekê bibihên. Gelo Mîrê-cina çend xeber da xebatê, gava kin tevî Hêwayê xeber da? (Dsp. 3:1, 4, 5) Lê em çi gerekê bikin, çaxê merivê meye nas, ku me hez dike, bi meremên baş derheqa teşkîleta Yehowa mera înformasiya derew dibêje?

Vêxe VÎDÊO “Dengê Yê Xerîb” Înkar kin. Paşê pirs bide guhdara:

Hûn çi hîn bûn ji vê yekê, ku Jîyanayê ça caba diya xweye nebawermend da, gava ewê dixwest derheqa teşkîleta Yehowa înformasiya nêgatîv bigota?

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 8, abzasa ¶1-4, çargoşe ser rûp. 61-62

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 55 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin